Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Sûriyê: 4 kesên din bi Koronayê ketine

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Sûriyê ragihand ku 4 kesên nû bi Koronavîrusê ketin, hejmara giştî  ya kesên bi vîrus ketine bû 29‘an.

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Sûriyê: 4 kesên din bi Koronayê ketine
14 nîsan, 2020   14:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Sûriyê  ragihand 4 kesên din bi Koronavîrusê ketin, bi vê yekê re hejmara kesên vîrusê girtine derekt 29 kesî.

Li gorî daxuyaniyên berê yên wezaretê 5 kesên ku vîrus girtibû baş bûn û 2 jî mirin.