7 nexweşxaneyên li gorî biryaran tev nedigeriyan bi awayekî demkî hatin girtin

Desteya Tenduristiyê biryara girtina 7 nexweşxaneyên taybet bi awayekî demkî da, ji ber ku li gorî biryarên hatine girtine, tevnegeriyan.

7 nexweşxaneyên li gorî biryaran tev nedigeriyan bi awayekî demkî hatin girtin
14 nîsan, 2020   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî biryarên demên berê yên ku derbarê buhayê fehiskirina nexweşan û pêşwazîkirina rewşên lezgîn de hatine girtin û li gorî nivîsekê ji Girînendeya Tenduristiyê ya Dêrikê û Hevya Sor a Kurd, Desteya Tenduristiyê duh biryarek da.

Di biryarek de hatiye gotin: "Nexweşxaneyên Fereman û Rehma yên li bajarê Qamişlo, nexweşxaneya Suleyman Salih a li Dêrikê ji dîroka 16‘ê Nîsanê saet 12:00‘an heta 20‘ê Nîsanê saet 12:00‘an tên girtin.

Nexweşxaneyên Nafiz û Dar Şîfa yên li bajarê Qamişlo ji 20‘ê heta 24‘ê Nîsanê ve tê girtin.

Di biryara Desteya Tenduristyê de her wiha hate gotin, nexweşxaneya Yaqûb Selîm a Cîraha ya li Dêrikê ji roja Pêncşemê 16‘ê Nîsanê ta bidawîkirina xebatên sererasatkirinê ve tê girtin. Desteyê, ji bo rêvebirina nexweşxaneya Selam a li bajarê Dêrikê tenê ji bo rewşên awarte Girînendeya Tenduristiyê ya Dêrikê erekedar kir.

Di bendê dawî yên biryarê de hate gotin, girtina van nexweşxaneyan ji bo nexweşxaneyên din ên taybet ên li herêmê hişyariyek e "Desteya Tenduristiyê ji bo bi sînorkirina van nêzîkatiyan dê hemû tedbîran  bigre."

Her wiha bang li xwendiyên nexweşxaneyên tabyet kir ku li gorî biryarên desteyê tev bigerin.

ANHA