Li Misirê hejmara kesên bi vîrusê mirine derket 164

Wezareta Tenduristî û Niştecihbûnê ya Misirê ragihand, hejmara giştî ya kesên bi Koronavîrusê ketine 2 hezar 150 kesî, ji van 488 kes baş bûn û ji nexweşxaneyê derekt û 164 kes mirine.

Li Misirê hejmara kesên bi vîrusê mirine derket 164
13 nîsan, 2020   19:57
QAHÎRA

Şêwirmendê Wezîra Tenduristî û Niştecihbûnê ya Karûbarên Ragihandinê û berdevkê fermî yê wezaretê Dr. Xalid Mucahid ragihand ku 125 kesên nû ku hemû ji Misirê bi Koronavîrusê ketin û 5 jî mirine.

Dr. Mucahid diyar kir ku nexweşên bi vîrusê di nexweşxaneyên taybet de li gorî perspektîfên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê têne dermankirin.

Di çarçoveya koordîneya bi tevahiya saziyên dewletê re, wezîra Tenduristî û Niştecihbûnê Dr.Hala Zeyid îro civîna  asayî bi rêya têknolojiya Vîdyokonferans lidar xist. Dr. Hala civî ji tîmên tenduristiyê, rêverber ên 4 nexweşxaneyên karantînayan( El-Sedaqa ya li Aswan, Isna ya li El-Aqser, Ebû Tîc li Asyût û Şêx Zayid Al Nehiyan a li Qahîra) re çêkir. Her wiha Dr. Mihemed El-Mimarî, serokê komîteya tenduristiyê li parlamantoyê, desteya buroya tenduristiyê û hejmarek rêveberên wezaretê tev li civînê bûn. Civîn bi armanca şopandina pêkanîna brotokola dermankirinê û pîvanên têkoşîna li dijî vegirtinê lidar kert.

Dr.Hala diyar kir ku îro rewşa 21 nexweşan baş bû, ji hotêl û malên ciwanan ên parêzgehên El-Cîze, Skenderiye û Dimyat ji bingeha 185 nexweşan li van cihan derketin. Her wiha îşaret pê kir ku ev wek nîşaneyek erênî ji serkeftina siyaseta karantînayan li derveyî nexweşxaneyên karantînayan tê hesibandin. Hala bal kişand ser ku îro nexweşên li nexweşxanay Esna û El-Sedaqa piştî ku berteka wan ji dermankirinê erênî bû, derbasî malên ciwanan li van parêzgehan bûn.