Li Kobanê 3 ciwanan alavên nefeskişandinê çêkirin

3 ciwanên ji Kobanê di hefteyekê de 2 alavên nefeskişandinê bi armanca alîkariya Desteya Tenduristiyê ji bo girtina tedbîrên li dijî Koronavîrusê, çêkirin.

Li Kobanê 3 ciwanan alavên nefeskişandinê çêkirin
Li Kobanê 3 ciwanan alavên nefeskişandinê çêkirin
Li Kobanê 3 ciwanan alavên nefeskişandinê çêkirin
12 nîsan, 2020   10:40
KOBANÊ

Ji ber belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) û kêmbûna alavên nefeskişandina sinaî li cîhanê bi giştî, hin ciwanên ji bajarê Kobanê hewl da çareseriyên alternatîf bibînin û bi derfetên xwe alavan çêkin.

Cengîn Yûsiv, Enwer Mustafa û Elî Muslim 2 nimûneyên cuda yên alavên nefeskişandina sinaî bi lêçûneke kêm çêkirin.

Cengîn Yûsiv ji ANHA`yê re diyar kir armanc ew e ku hejmareke mezin ji alavan bê peydakirin, wekî tedbîrekê li dijî Koronavîursê ku bi lez li seranserê cîhanê belav dibe.

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê her du nimûneyan diceribîne da ku nimûneyekê hilbijêre û bi kar bîne.

Cengîn Yûsiv destnîşan kir ku wan di hefteyekê de her du alav çêkirin û ji tecrubeyên gelek welatan ên di vê derbarê de sûd wergirtin.

Tevî ku hîna tu rewşên nexweşiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatine qeydkirin jî, lê belê Desteya Tenduristiyê bi hevkariya şaredariyên gel hemû tedbîrên pêwîst ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê, girtin. Her wiha Rêveberiya Xweser biryara girtina dergehên sînorî û qedexeya derketina derve, da.

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê demek berê navendek ji bo rewşên biguman ên Koronavîrusê û 2 navendên karantînayê ji bo derketina rewşên vîrusê, amade kiribûn. Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê alavên nefeskişandina sinaî pir kêm in.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LVe1ziU8F2s" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>