Rêveberiya Xweser derfetê dide cotkaran ku bixebitin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarek derxist ku cotkar dikarin li nava zeviyên xwe di dema qedexeya derketina derve de li gorî şertên hatine diyarkirin, bixebitin.

Rêveberiya Xweser derfetê dide cotkaran ku bixebitin
13 nîsan, 2020   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber mewsima çandiniya a havînê li herêmên Rêveberiya Xweser dest pê kiriye û ji bo berjewendiyên giştî, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryareke nû da. Di biryarê de ev xal hatin destnîşankirin:

1- Hêsankirina tevgera cotkaran û xebatkarên bi wan re di dema qedexekirina çûn û hatinê de ku di nava zeviyên xwe de dixebitin.

2- Divê cotkar li gorî pîvanan tev bigerin û dema xebatkaran vediguhêzin dûrî hev bin, bi şertê ku di her erebeyekê de ne kêmtirî 10 xebatkaran be.

3- Biryar ji dema hatiye derxistin ve, dikeve meriyetê.

(bx)

ANHA