OPEC+ derbarê kêmkirina berhemê petrolê de gihiştin lihevkirineke dîrokî

Dewletên Koma Opec gihiştin lihevkirineke dîrokî ku berhemê petrolê rojane 9.7 ji bo bermîlekê kêm bike.

OPEC+ derbarê kêmkirina berhemê petrolê de gihiştin lihevkirineke dîrokî
12 nîsan, 2020   19:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Petrolê yê Kuwêtê Xalid El-Fadil li ser twîtterê got:  "Em niha temamkirina peyama dîrokî ragihînin, ku hilberîn  ji hêla endamên OPEC + ve ji roja 1‘ê Gulana 2020‘an ve dest pê dike, rojane bi qasî 10 milyon bermîl petrol kêm bibe."

Çavkaniyan ji ajansên Reuters, Tass û Novosti re gotin, welatên ku beşdarî danûstandinan bûn, endamên OPEC, Rûsya û welatên din ên petrolê derdixin li hemberî nakokiyên bi Meksîkayê re biser ketin û biryar dan mezintirîn kêmkirina petrolê ji pêşkêşkirina cîhanê derdora ji sedî 10 be.

Çavkaniyan diyar kirin ku koma OPEC+ li hev kirine ku di Gulan û Hezîranê de hilberîna ji 9,7 mîlyon bermîlan di rojê de kêm bike, her wiha destnîşan kirin ku Meksîk dê hilberîna xwe bi 100 hezar bermîlan kêm bike, û ne 400 hezar be, wekî ku di kopyayê berê ya danûstendinê de hatibû destnîşankirin.

Di hefteyên dawî de buhayê petrolê daket. Ev daket bi sedema belavbûna vîrusa nû Koronayê kûrtir bû, nemaze piştî têkçûna lihevkirinên derbarê kêmkirina petrolê de ya di çarçoveya Koma OPEC+ de ya ku rû daye. Li gor gelek çavkaniyên pê bawer, ji ber nakokiyên di navbera Rûsya û Erebistana Siûdî ya der barê vê mijarê de lihevkirin çênebûn. Li gorî hin raporan DYA‘yê hewl dide bi rêya peymaneke petrolê bi Erebistana Siûdî re windahiyên xwe kêm bike.

Koma Opec + ku ji Rûsya û hevalbendên wê pêk pêk tê, roja Pênçşema derbasbûyî planek ji bo kêmkirina berhemê petrolê ragihandibû. Meksîkayê kêmkirina berhemê ku jê hatibû xwestin red kir, ji ber vê ekê peyam negihişt serî.