​​​​​​​Li Tirkiyê, 97 kesên din ji ber virusê mirin

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, diyar kir di nava 24 saetan de 97 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 hezar û 789 kesên din bi vîrûsê ketin. Li gorî van danayan, hejmara kesên mirîn gehişt 1198’an.

​​​​​​​Li Tirkiyê, 97 kesên din ji ber virusê mirin
12 nîsan, 2020   17:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, li ser hesabê xwe yê Twîtterê, danayên rojane yên têkildarî vîrusa koronayê ya li Tirkiyê eşkere kir. Koca, diyar kir di nava 24 saetan de, 97 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 hezar û 789 kes jî bi vîrusê ketin. Koca, da zanîn ku bi giştî hejmara kesên bi vîrusê ketine bû 56 hezar 956 û bi giştî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî derket 1198’an.

Koca, dest nîşan kir ku hejmara kesên baş bûne jî gehişt 3 hezar 446’an.