​​​​​​​Di balafirgehê de testa koronayê hat çêkirin

Tîmenê awarte yên Şaneya Aloziyê testa keşifkirina Koronavîrusê ji welatiyên ku ji Şamê gihiştin bajarê Qamişlo re çêkir.

​​​​​​​Di balafirgehê de testa koronayê hat çêkirin
12 nîsan, 2020   15:11
QAMIŞLO

Di saetên piştî nîvro de beşa çaremîn a welatiyan ji paytexa Sûriyê Şamê gihişt balafirgeha bajarê Qamişlo. Tîmên awarte yên Şaneya Aloziyê yekser testa keşifkirina Koronavîrusê ji wan re çêkir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo ku binpêkirinên mîna yên 7‘ê Nîsanê çêbibûn, dûrbare nebin bergeriyên xwe zêde kirin û di hundirê balafirgehê de test ji welatiyan re çêkirin. Di 7‘ê Nîsanê de beşek din a welatiyan gihiştibûn balafirgehê, hêzên rejîmê hin kes ji karantînayê revandibûn.

Piştî kirina test bi dawî bibe, dê welatî 14 rojan di karantînayê de bimînin.

Şaneya Aloziyê diyar kir ku derbarê kesên ji derveyê tên de koorînde di navbera wan û desthilta Sûriyê de tuneye.

Li gorî agahiyan, hejmara kesên hatine derdora 100 kesî bû.

ANHA