Li Til Hemîsê zarokeke 2 salî xeniqî

Li gundê Wawiya yê Til Hemîsê zarokeke keç di bîreke biçûk de xeniqî.

Li Til Hemîsê zarokeke 2 salî xeniqî
12 nîsan, 2020   15:33
QAMIŞLO

Li gundê Wawiya yê 7 km dikeve başûrê navneda navçeya Til Hemîsê, zaroka bi navê Ecemiya Mihemed Yûsif El-Ehmed a temen du salî dema di hewşa malê de dilîst di bîrek biçûk de wer bû û xeniqî. Dayika wê dema hewl da zaroka xwe xilas bike, jiyana xwe ji dest dabû.

Tê payîn ku dê cenaze zarok li goristana gund were veşartin.

ANHA