MSD: Em bi hêvî ne Paskalya bibe sedema aştî û tenduristiyê

MSD`ê bi daxuyaniyekê cejna Paskalya li gelên xiristiyan ên li Sûriyê û cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bi xwe re tenduristiyê ji tevahî mirovahiyê re bîne û piştrast kir ku aştî bêyî bexşandin û qebûlkirina hev pêk nayê.

MSD: Em bi hêvî ne Paskalya bibe sedema aştî û tenduristiyê
12 nîsan, 2020   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya cejna Paskalyayê ku dikeve 12`ê Nîsanê, Meclisa Sûriya Demokraîtk (MSD) daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em îsal cejna Paskalyayê ji ber belavbûna Koronavîrusê li cîhanê, di şertên zehmet de pêşwaz dikin. Lewra divê em li gorî perspektîfên tenduristiyê tev bigerin û şahiyên giştî li dar nexin.

Wek MSD em cejna Paskalyayê li tevahî gelê xiristiyan ên li Sûriyê û cîhanê pîroz dikin û hêvî dikin ku bi xwe re tenduristî û saxiyê ji tevahî mirovahiyê re bîne.

Em careke din piştrast dikin ku aştî bêyî bexşandin û qebûlkirina hev û du pêk nayê. Divê em welatekî ku ferq û cudahiyê naxe navbera netewe, ol û mezheban ava bikin.

Careke din em cejna Paskalya li xiristiyanên Sûriyê û cîhanê pîroz dikin û hêvî dikin ku em şahî û cejnên xwe di şert û mercên xweştir de, pêşwaz bikin ku li Sûriyê edalet û wekhevî di bin saya sîstemeke nenavendî û demokratîk de pêk bê.”

(cx)

ANHA