KNK’ê cejna Paskalya pîroz kir

Konseya Rêveber a KNK'ê cejna Paskalyayê li Mesîhiyan pîroz kir.

KNK’ê cejna Paskalya pîroz kir
12 nîsan, 2020   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke niviskî Cejna Paskalyayê li Asûr, Sûryan, Kildan, Ermen û hemû bawermendên mesîhî yên li Kurdistanê û cîhanê pîroz kir.

KNK'ê bal kişand ser talokeya Covîd-19'ê ya li ser hemû cîhanê û diyar kir, ji ber vê vîrusê Cejna Paskalya weke salên bihurî wê nikaribe bi girseyî were pîrozkirin.

KNK'ê wiha da zanîn: ''Di van rojên dîrokî de pîrozkirina Cejna Paskalyayê wê hêzeke mezintir û îradeyeke bihêztir bide têkoşîna li dijî nexweşiyê, ji bo avakirina jiyana bi hev re ya bi aştî û bextewariyê.''

KNK'ê li dawiya peyama xwe ragihand: ''Em bi dilgermî cejna Paskalya li tevahiya bawermendên Mesîhî û hemû gelên Kurdistanê û tevahiya cîhhanê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn, bibe sedema serketina tekoşîna li hember nexweşiyê û bibe wesîleya aştiyeke domdar.''