Rêveberiya Xweser cejna Paskalyayê pîroz kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna Paskalya li xiristiyanên herêmê û tevahiya cîhanê pîroz kir û hêviya bidawîbûna pandemiya Koronavîrusê li tevahî cîhanê kir.

Rêveberiya Xweser cejna Paskalyayê pîroz kir
12 nîsan, 2020   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Paskalyayê pîroz kir.

Daxuyanî Rêveberiya Xweser wiha ye:

"Di demekê de ku tevahî cîhan di rewşên nenormal re bi sedema berbelavbûna Koronavîrusê derbas dibe, tevahî bone bêyî şahiyan derbas dibin. Ew jî ji ber pêkanîna tedbîrên pêşîlêgirtina xetereyên Koronavîrusê ye.

Ji lew re 12’yê Nîsanê cejna Paskalyayê ku tevahî şêniyên xiristiyan li gorî salnameya mîladî îsal di rewşeke dijwar de pêşwaz dikin, lê belê ev li pêş vejandina bîranîna cejn û dîroka wê me asteng nake.

Em wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê cejnê li tevahî xiristiyanên li herêmê û cîhanê pîroz dikin û hêvî dikin ku ev pandemî li tevahî cîhanê bi dawî bibe û hêviya me ew e ku em ê tevahî boneyên olî yên pîroz di sala pêş de li gel rewşên guncaw pîroz bikin. Her sal di xêr û xweşiyê de bin.”

(fr)

ANHA