Li Kobanê navenda sêyemîn a karantînayê hat vekirin

Rêxistina AVC bi hevkariya Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê navenda sêyemîn a karantînayê li Kobanê vekir.

Li Kobanê navenda sêyemîn a karantînayê hat vekirin
12 nîsan, 2020   11:52
KOBANÊ

Di çarçoveya pêkanîna tedbîrên li dijî pandemiya vîrusa korona ya nû (Covid-19) de û piştî amadekirina Desteya Tenduristiyê ya du navendên berê li bajarê Kobanê, navenda sêyemîn jî hat vekirin.

Rêxistina AVC a kantona Kobanê 50 text ji bo navendê pêşkêşî Desteya Tenduristiyê kirin, li rexê jî 2 ambulans û alavên tenduristiyê pêşkêş kirin.

Ev navend li başûrê bajarê Kobanê li gundê Helencê ye, her wiha 4 bijîşk û 6 hemşîre tê de çavdêriyê dikin.

Desteya Tenduristiyê 2 navendên karantînayê li rex navendeke pêşwazîkirina rewşên biguman amade kiribûn.

(fr)

ANHA