Di navbera Îsraîl û Hemasê de pêşketinên erênî hene

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê ragihand ku di navbera Îsraîl û Hemasê de der barê pêkanîna girêbesta pevguhertina esîran de pêşketinên erênî heye.

Di navbera Îsraîl û Hemasê de pêşketinên erênî hene
12 nîsan, 2020   11:30
XEZA

Rojnameya Ma’arif a Îsraîlî li ser zimanê çavkaniyan da zanîn ku girêbesta pevguhartina esîran di navbera Îsraîl û Hemasê de di qonaxên xwe yên dawîn de ye û Îsraîlê xwestekên Hemasê erê kirine.

Rojnameyê diyar kir ku Îsraîl li ser serbestberdana girtiyên temenmezin, jin, nexweş û yên kêmî 18 saliyê erê kiriye û dê li ser hejmara girtiyên bên berdan, nîqaş bike. Her wiha ew jî li beramberî pêngava yekemîn ji aliyê Hemasê ve ku agahiyan têkildarî esîrên Îsraîlê yên li gel wê girtî ne, bide.

Her wiha rojnameyê destnîşan kir ku Îsraîlê bi rêya Misirê nameyek ji Hemasê re şand ku ew amade ye dest bi pêngavên yekemîn di însiyatîfa serokê wê Yehya El-Sinwar a taybet bi girêbestê re, bike.

Rojnameyê di berdewama nûçeya xwe de wiha da zanîn: "Heger şertên Îsraîlê werin erêkirin, dê Îsraîl di demeke kurt de dest bi girêbestê bike. Lê ne diyar e ka pêvajo dê çend mehan dewam bike.”

Misirê peyama Hemasê jî ragihand ku ew jî amade ye dest pê bike.

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku piştî Îsraîlê bihîst ku Tevgera Cîhad a Îslamî amadehiya êrişên li dijî baragehên derdora Xezayê dike, Qahîreyê jî xwest nameya Îsraîlê bigihîne fermandarên tevgera Hemas û fermandarên Tevgera Cîhad a Îslamî û kete nava tevgerê.

Her wiha hin çavkaniyan daxuyand ku berpirsên dosyaya Filistînê yên di saziyên îstixbarata giştî ya Misirê de bang li sekreterê giştî yê Tevgera Cîhad Ziyad Nexale kir ku xwe kontrol bike û hêrs nebe, her wiha liv û tevgera misiriyan ya bi armanca sivikkirina dorpêça Xezayê xerab nekin, ji ber rewş krîtîk e û da ku herêm bi temamî nekeve şerekî giran.

Dema sala 2014`an de artêşa Îsraîlê êrişî Xezayê kiribû û Hemasê ragihandibû ku wan hejmarake leşkerên Îsraîlê dîl girtine û heta niha çarenûsa wan diyar nekiriye, ji ber ku dixwaze Îsraîl tawîzan bide û dîlgirtiyên Filistînê yên di girtîgehên wê de serbest berde.

(bx-eh)

ANHA