Li Îsraîlê nexweşên Koronavîrusê zêde dibin, li Filistînê haletên nû nehatin tomarkirin

Li Îsraîlê 103 kesan ji ber Koronavîrusê jiyana xwe ji dest da û hezar û 878 kes jî bi vîrusê ketine, rewşa 174 kesan jî xeternak e. Li Filistînê jî li gorî daneyên heta vê sibê, 268 bi vîrusê ketine û haletên nû nehatine tomarkirin.

Li Îsraîlê nexweşên Koronavîrusê zêde dibin, li Filistînê haletên nû nehatin tomarkirin
12 nîsan, 2020   10:24
XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê daxuyand ku li Îsraîlê bi dehan haletên Koronavîrusê tomar kirine û gelek kesan jiyana xwe ji dest daye.

Wezaretê ragihand ku li Îsraîlê 103 kesan jiyana xwe ji dest daye, hezar û 878 kes bi vîrusê ketine û ji wan 174 kes jî rewşa wan xeternak e.

Hikumeta Filistînê jî diyar kir ku li Dîfa El-Xerbiye û Xezayê haletên nû yên Koronavîrusê nehatine tomarkirin.

Heta niha rewşa 268 kesan baş e, 2 kes ji wan di karantînayê de ne û 2 kesên din jiyana xwe ji dest daye.

(eh)

ANHA