Komîteya Zimhêrê ya Dirbêsiyê madeyên demborî telef kirin

Komîteyta Zimhêrê ya navçeya Dirbêsiyê vê sibehê, miqdareke madeyên demborî telef kir.

Komîteya Zimhêrê ya Dirbêsiyê madeyên demborî telef kirin
12 nîsan, 2020   09:53
HESEKÊ

Komîteya Zimhêrê ya naçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, bi awayekî birêkûpêk li ser dikan û sûkên navçeyê digere. Komîteyê îro miqdareke madeyên demborî girt û li cihê gilêşê(avêtina çopê) li gundê Berkevirê şewitand.

Madeyên demborî ji vexwarinên gazê û hin madeyên xwarinê pêk dihatin.

Yek ji rêveberên Komîteya Zimhêrê Husên Elo diyar ku di dema di gera wan a li sûka navçeyê de, ev made girtin û destnîşan kir ku ew rojane li sûkan digerin da ku pêşî li keysbaziya madeyan, bilindkirina buhayan û firotina madeyên demborî bigirin û tenduristiya şêniyan biparêzin.

)cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PlrGC4jtGLY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>