Ji kesên ji Şamê vedigerin re test têne çêkirin

Kesên ji Şamê vedigerin Qamişloyê ku di navendên taybet de ne, rojane test ji wan re têne çêkirin da ku selametiya wan ji Koronavîrusê piştrast bibe û vîrus li herêmê dernekeve.

Ji kesên ji Şamê vedigerin re test têne çêkirin
Ji kesên ji Şamê vedigerin re test têne çêkirin
Ji kesên ji Şamê vedigerin re test têne çêkirin
Ji kesên ji Şamê vedigerin re test têne çêkirin
Ji kesên ji Şamê vedigerin re test têne çêkirin
Ji kesên ji Şamê vedigerin re test têne çêkirin
12 nîsan, 2020   09:28
QAMIŞLO – MEHMET EKÎNCÎ – BOTAN HISÊN

Tîmên awarte yên girêdayî Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane testan ji kesên ji Şamê vedigerin re çêdikin ku selametiya wan piştrast bikin. Her wiha tedbîrên pêwîst têne girtin heta ku dema karantînayê bi dawî bibe.

Ji 23`yê Adara derbasbûyî ve qedexeya derketina derve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye ferzkirin da ku pêşî li belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) bigirin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîrên pêwîst girtin da ku koronavîrus li herêmê dernekeve; mîna avakirina navendên karantînayê ku hemû pêwîstiyên tenduristiyê tê de hene, her wiha ji bo amadehiya rewşên biguman ku bi tu kesî re derkeve.

Lê belê xemsariya hikumeta Sûriyê û berdewamkirina rêwîtiyên bi balafiran ên ji bo bajarê Qamişlo, rewş xeternaktir kir. Di hefteyekê de 3 seferên asîmanî ji balafirgeha Şamê ji bo balafirgeha Qamişloyê bi hinceta ku rêwî leşker in û bêyî agahdarkirina Rêveberiya Xweser, pêk hatin. Piştre hat piştrastkirin ku di nava wan de sivîl jî hebûn, li ser wê yekê Şaneya Aloziyê destwerdan kir û testên pêwîst çêkirin, piştre wek tedbîreke awarte xistin navendeke karantînayê.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamê Şaneya Aloziyê Ciwan Mistafa têkildarî mijdarê wiha daxuyand: "Ji bo rêwiyên ku tên balafirgeha Qamişloyê, em pirsgirêkeke cidî dibînin. Tevî qedexeya derketinê jî, rêwîtiyên asîmanî tên birêxistinkirin. Her wiha hin rêwî bi awayekî qaçax tên derbaskirin da ku rastî testên tenduristiyê û karantînayê neyên."

Ciwan Mistafa destnîşan kir ku têkildarî kesên ku tên herêmê û rastî testên tenduristiyê û karantînayê nayên, hevkariya di navbera wan, komîn û meclisan de dewam dike û wiha got: "Bi saya hevkarî û koordîneya di navbera Şaneya Aloziyê, komîn û meclisan de, me hin kes anîn û testên tenduristiyê ji wan re çêkirin û xistin cihên taybet."

Ciwan Mistafa diyar kir ku tedbîrên wan girtine ji bo parastina wan û malbatên wan û civakê ne. Her wiha destnîşan kir ku ji bo 65 kesên ku berê xwe daye herêmê, Şaneya Aloziyê bi awayekî awarte navendek tevî hemû pêwîstiyên wê, ji wan re amade kir.

Ciwan Mistafa diyar kir ku Şaneya Aloziyê hemû pêdiviyên wan pêk tîne, testên tenduristiyê ji wan re çêdike û lênêrîna tenduristiyê dide wan û wiha dewam kir: "Hinek ji wan nexweşiyên domdar bi wan re hene, lewra ew rojane rastî kontrola tenduristiyê tên."

(bx-cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FHl5NLDbiug" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>