Komîteya Zimhêrê li Tirbespiyê madeyên demborî îmha kirin

Di gera Komîteya Zimhêrê ya navçeya Tirbespiyê ya li ser dikanên bazirganiyê de madeyên demborî hatin girtin û bi amadebûna endamên meclisa navçeyê û Serdozgeriya Giştî hatin îmhakirin.

Komîteya Zimhêrê li Tirbespiyê madeyên demborî îmha kirin
12 nîsan, 2020   10:54
QAMIŞLO

Komîteya Zimhêrê ya Herêma Cizîrê gerên xwe li ser dikanên ku qedexeya derketinê li ser wan ne derbasdar e, zêde kirin. Her wiha di gera li navçeya Tirbesiyê de madeyên xwarin û kozmetîkê yên demborî hatin girtin.

Ev made hatin desteserkirin û bi amadebûna endamên meclisa navçeya Tirbespiyê, Serdozgeriya Giştî û Komîteya Aborî hatin îmhakirin.

Endamê rêveber ê Komîteya Zimhêrê Xalid Abdulqadir Xelef destnîşan kir ku komîte gerên ji bo disîplînkirina biha û desteserkirina madeyên demborî didomîne.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tzGRpK-QpTA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>