​​​​​​​Gundê Um El-Hoş ê Şehbayê dê 14 rojan di karantînayê de be

Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku hîn jî gundê Um El-Hoş ê kantona Şehbayê di karantînayê de ye û dê heta 14 rojan berdewam bike. Duh ji ber leşkerekî Sûriyê ku gumana pêketina Koronavîrusê lê hebû, derbasî Um El-Hoş bû û nehatibû teşxîskirin, gund bi temamî kete karantînayê.

​​​​​​​Gundê Um El-Hoş ê Şehbayê dê 14 rojan di karantînayê de be
11 nîsan, 2020   12:10
QAMIŞLO

Duh ji ber kesekî erka leşkeriyê ya hikumeta Sûriyê bi dawî kiribû û bêyî ku were teşxîskirin derbasî gundê Um El-Hoş bûbû, Şaneya Aloziyê gund bi temamî xiste karantînayê. Şaneyê ragihand ku ji ber desthilata Sûriyê bi Rêveberiya Xweser re nebû alîkar, ev pirsgirêk derket û ji ber vê yekê yekser tîma rewşên awarte destwerdan kir, tedbîrên pêwîst dan meşandin û hate îsbatkirin ku nîşaneyên nexweşiya vîrusê lê diyar in, lewma leşker rakirin nexweşxaneya Helebê da ku rewşa wî piştrast bikin.

Hevserokê Desteya Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku li gorî biryara Şaneya Aloziyê dê heta 14 rojan gund di karantînayê de be.

Dr. Ciwan Mistefa da zanîn ku ev tedbîr bi armanca parastina ji xetereya Koronavîursê hatine girtin.

(eh)

ANHA