Li Başûrê Kurdistanê 324 kes bi vîrusa Koronayê ketine

Wezareta Tenduristiyê  ya Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku li Herêma Kurdistanê di 24 saetên dawî de hezar û 239 test hatine kirin û 13 kesên bi koronayê hatin tespîtkirin.

Li Başûrê Kurdistanê 324 kes bi vîrusa Koronayê ketine
10 nîsan, 2020   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tendurustiyê ya Herêma Kurdistanê der barê daneyên dawî yên nexweşiya vîrusa Koronayê de daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 24 saetan dawî de hezar û 239 test hatine kirin û 13 kesên bi koronayê hatin tespîtkirin. Ji wan 9 kes li Hewlêrê û 4 kes jî li Silêmaniyê ne.

Heta niha li Herêma Kurdistanê, 324 kes bi vîrusa Koronayê ketine, 134 kes baş bûne û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.