"Rewanê Resen" çanda pêkhateyên herêmê îfade dike

Hunermendên Kurd û Ereb bi berhemeke hevpar çand û mîraseya dewlemend a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin. Berhem wê nameyê dide ku "Pêkhateyên li ser xaka pîroz dikarin bi hev re bi aştî bijîn."

"Rewanê Resen" çanda pêkhateyên herêmê îfade dike
"Rewanê Resen" çanda pêkhateyên herêmê îfade dike
"Rewanê Resen" çanda pêkhateyên herêmê îfade dike
"Rewanê Resen" çanda pêkhateyên herêmê îfade dike
10 nîsan, 2020   14:24
QAMIŞLO – EHMED SEMÎR – LÎLAV MIHEMED

Hunergeha Welat, 12 hunermendên Kurd û 12 yên Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Kela Cabirê ya li bajarê Tebqayê li rex çemê Firatê anîn ba hev û bi navê "Rewanê Resen" berhemek nû derxist.

Berhema "Rewanê Resen" ji gelek stran ji mîraseyên Kurd û Ereb ên herêmê pêk tê.

Hunermendên Kurd vî berhemê de gelek stranên gelerî yên Kurdî jê strana "Hoy Hoy Mamo Ebasî" ya navdar û hunermendên Ereb bi dengê zelal strana "Emî ya Beyai El-Werid", her wiha bi hev re strana merdelî "Seadî" dibêjin.

Kîpa "Rewanê Resen" ji Wargeha Şehîd Welat hatiye tomarkirin û ji aliyê endamê Tevgera Mezopotoma ya Çand û Hunera Demokratîk Bêkes Darî ve hatiye amadekirin.

Muzîkjen Bêkes Darî li ser vî berhemî anî ziman ku wan gelek zehmet di dema amadekirina berhem de dîtin, jê rewşa hawayî ya sar. Darî kêfweşiya xwe bi serkeftina berhem anî ziman.

Darî diyar kir ku armanca wan ji vê berhemê ew ku vê nameyê bidin ku "Pêkhateyên li ser vê erdê dikarin bi hev re bi aştî bijîn."

Bêkes Darî destnîşan kir ku hunere roleke mezin di sepandina hezkirin, jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyên de û dûrxistina nejadperestî û nefiretiyê dilîzin.

 Darî bi bîr xist ku kilîpa "Rewanê Resen" li Kela Cabirê hatiye kişandin û got: "Xwezaya kelê pir xweş e û xwedî nirxekî manewî ye. Kele di dema dagirkirina DAIŞ‘ê de veguherî bû cihê tarî û zulma li ser jinan. Her wiha çeteyên DAIŞ‘ê kele kiribûn girtîgeha kuştin û êşkencekirinê."

Xebatên amadekirina berhema "Rewanê Resen" 6 mehan dewam kir, kîp di nava 4 rojan de hate kişandin. 50 lîstikevanên ji Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunerên Demokratîk, koma Şehîd Welat di vê berhemê de cih girtin. Her wiha 200 kesyaetên din ji herêma Tebqayê di nav de rûspiyên Ereb bi kon, hêştir, alavên dîrokî jî beşdarî kilîpê bûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser ewlehî û parastinê sekinî.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Pe9HIWyd9JY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>