Çeteyan li Efrînê sivîlekî din revandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê sivîlê bi navê Beşar Menan Emîn revandin û birin cihekî ne diyar.

Çeteyan li Efrînê sivîlekî din revandin
9 nîsan, 2020   16:55

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê binpêkirinên xwe yên der mirovî li dijî şêniyên Efrînê didomînin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji hundirê kantona Efrînê dane, çeteyên artêşa Tirk a dagirker  6‘ê Nîsanê de sivîlê bi navê Beşar Menan Emîn revandin û birin cihekî ne diyar e.

Beşar Menan Emîn ji gundê Ciwêq ê navçeya Mabata ye dema ji gund diçû navenda bajarê Efrînê hate revandin. Çavkaniyan diyar kirin ku Beşar, bi tewana ku berê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû hate revandin.

ANHA