Dewleta Tirk kesên bi Koronayê ketine derbasî Serêkaniyê dikin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi sedan kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine derbasî bajarê Serêkaniyê kiriye û dest kolandina xendeqan kirine.  

Dewleta Tirk kesên bi Koronayê ketine derbasî Serêkaniyê dikin
Dewleta Tirk kesên bi Koronayê ketine derbasî Serêkaniyê dikin
Dewleta Tirk kesên bi Koronayê ketine derbasî Serêkaniyê dikin
Dewleta Tirk kesên bi Koronayê ketine derbasî Serêkaniyê dikin
Dewleta Tirk kesên bi Koronayê ketine derbasî Serêkaniyê dikin
9 nîsan, 2020   16:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîhan bi giştî ji bo pêşîgirtina vîrûsa korona ketiye tevgerê. Dewlet Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê rêxmî vê rewşa awartê êriş û kiryarên xwe bi israr berdewam û zêdetir dikin. 

Nûçegihana me bi rêya çavkaniyan hin kiryarên hovanê û rewşa dawî li bajarê Serêkaniyê bi dîmen û fotoyan parve kir. 

Di dîmenê ku ji bajarê Serêkaniyê hatine bidestxitin de diyar dibe ku çete li bajarê Serêkaniyê mal û milkên sivîlan derdixin derve û dişewitînin. Li bajar pêvçûnên di navbera çeteyan li ser parvekirina milkên sivîlan berdewam dike.  

Her wiha li gor çavkaniyan, dewleta Tirk a dagirker ji sînorê Bakurê Kurdistanê bi sedan kesên ku bi vîrûsa koronayê ketine derbasî binerda nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê dikin.

Li bajarokê Til  Helefê  yê girêdayî bajarê Serêkaniyê çeteyan dest kolandina xendeqa kirine.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê deriyekî din di navbera Bakurê Kurdistanê û Serêkaniyê de vedikin. Li taxa Ebra ji bo vekirina derî, erdê şêniyan bi darê zorê ji wan digrin. Li gor çavkanî ji bo rêyekî bazirganî û derbaskirina çeteyan dêrî tê vekirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fI2-AdUzMGM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>