DMME: Dewleta Tirk rêzê ji biryaran re nagire

Meclisa Ewropayê lîsteyek der barê dewletên rêzê ji biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re nagirin ragihand û tê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk di rêzên dawîn de ye.

DMME: Dewleta Tirk rêzê ji biryaran re nagire
8 nîsan, 2020   09:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporê, di 2019`an de Dadgeha Ewropayê piştî li Rûsyayê 240 binpêkirinên mafên mirovan tomar kirin, li Ukraynayê jî 111 rewş tomar kirin û di rêjeya sêyan de bû, li Tirkiyê jî 184 binpêkirinên mafên mirovan tomar kirin.

Rapora salane awayê pêkanîna hikmên sereke yên dadgehê yên taybet bi mafên mirovan pêşkêş dike, her wiha dane û detayên der barê rewşên nû, dozên sekinîne yan jî di nava salê de hatine girtin, pêşkêş dike.

Di raporê de hate destnîşan kir ku dewleta Tirk 5 hezar û 231 dozên ji Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hîn pêk neanîne, ji wan hezar û 245 dozên mezin in, di heman demê de 635 rewş jî ji beriya 5 salan ve Dadgeha Ewropayê li welat tomar kirine.

Hate destnîşankirin ku Dadgeha Ewropayê sala 2019`an ji ber Tirkiyê di çareseriya dozên dadgehê de diyar dike û girêdayî binpêkirinên mafên mirovan dereng ma, li dijî wê derdora 217 milyon euro ceza hate birîn.

Tirkiye li gorî daneyên sala 2019’an ji 126 dewletan di rêza 109`an de cih digire.

(eh)