Li Şedadê xebatên Şaredariya Gel û Komîteya Zimhêrê

Şaredariya Gel û Komîteya Zimhêr ên navçeya Şedadê li gel qedexeya derketina derve xebatên xwe bê navber didomînin.

Li Şedadê xebatên Şaredariya Gel û Komîteya Zimhêrê
Li Şedadê xebatên Şaredariya Gel û Komîteya Zimhêrê
Li Şedadê xebatên Şaredariya Gel û Komîteya Zimhêrê
Li Şedadê xebatên Şaredariya Gel û Komîteya Zimhêrê
Li Şedadê xebatên Şaredariya Gel û Komîteya Zimhêrê
8 nîsan, 2020   05:46
HESEKÊ

Di 23`yê Adarê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca ku rê li pêşiya derketina Koronavîrusê li herêmê were girtin, qedexeya derketina derve ragihand.

Di biryara qedexeya derketina derve de dikanên madeyên xwarinê û dermanxane di nav xwe de nagirin. Ji aliyê xwe ve komîteyên Şaredariya Gel xebatên paqijiyê, dezenfektekirin û çavdêriya dikanan didomînin da ku rê li pêşiya keysbaziyê bigirin.

40 DIKAN HATIN CEZAKIRIN

Li navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê, Komîteya Zimhêrê dikanên ku madeyên bingehîn buha difroşin, zeft kirin.

Endamê rêveber ê Komîteya Zimhêrê ya Şedadê Xalid El-Hecî destnîşan kir ku firoşkarên li dikanan belav dikin, keysbaziyan dikin, madeyên bingehîn mîna şekir, ça ,zeyt û madeyên din buha difroşin. El-Hecî diyar kir ku zêdetirî  40 bazirgan û xwediyên dikanan hatin muxelefekirin.

El-Hecî bi bîr xist ku ji destpêka ragihandina qedexeya derketina derve ve Komîteya Zimhêrê, endamên xwe li ser sê beşan belav kirin da ku çavdêriya sûkên li navçeyê û gundên girêdayî wê bikin û rê li pêşiya keysbaziyê û depokirina madeyan bigirin.

El-Hecî anî ziman ku komîte rojane lîteya buhayê madeyên sereke, zebze û goşt li dikanan belav dikin, bazirgan û xwediyên dikanan ji keysbaziyê hişyar dikin.

Elî El-Helebî  ku dikaneke wî di sûkê de heye got, hinek nakokî di buhayan de hene. Komîteya Zimhêrê buhayên madeyan diyar dike, lê bazirgan ji buhayekî bilindtir  difroşin xwediyên dikanan. Ji ber wê bazirgan sûd digire û xwediyê dikanan zirar dibîne.

XEBATÊN PAQIJIYÊ BERDEWAM IN

Şaredariya Gel xebatên xwe yên ji bo paqijkirina kolanên navçeyê û rakirina bermahiyên avahiyên wêrankirî didomîne.

Endamê rêveber ê Şaredariya Gel a navçeyê Abdullah El-Ecil got, şaredariyê projeya rakirina bermahiyên firineya otomatîk û molê yên ku bi temamî wêran bûne, bi lêçûna 2 milyon lîreyên Sûiryê dane belênderekî (mutehid) da ku bermahiyan rakin cihên wê yên taybet li derveyî navçeyê.

El-Ecil bal kişand ser ku tevahî beşên şaredariyê li ser kar in û li gel qedexeya derketina derve jî xebatên xwe didomînin.

(şx)

ANHA