Heyva Sor a Kurd belavok li taxên Reqayê belav kirin

Heyva Sor a Kurd li taxên bajarê Reqayê belavokên der barê xweparastina ji Koronavîrusê de bi zimanên erebî û kurdî, belav kirin.

Heyva Sor a Kurd belavok li taxên Reqayê belav kirin
7 nîsan, 2020   09:59
REQA

Hemwextî qedexeya derketina derve ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê, li taxên bajarê Reqayê belavok hatin belavkirin.

Zêdetirî 8 hezar belavokên bi zimanên erebî û kurdî hatin belavkirin û tê de şîret û perspektîfên der barê çawaniya xweparastina ji vîrusê de hatin dayîn. Her wiha îşaret bi girîngiya xwestina lênêrîna tenduristiyê di dema xuyakirina nîşaneyên wekî germahiya laş, kuxik û astengiyên di nefesê de, kir.

Dê Heyva Sor a Kurd bi armanca hişyarkirina şêniyan, belavkirina belavokan di rojên pêş de  dewam bike.

cx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hkLfUBjUp10" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>