Bi însiyatîfên kesayetî alîkariya malbatên xizan dikin

Di çarçoveya qedexekirina çûn û hatinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rastiya hevgirtina civakî di nava beşên civakê de derkete pêş. Her wiha însiyatîfên mirovî yên alîkariya kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, zêde bûn. 

Bi însiyatîfên kesayetî alîkariya malbatên xizan dikin
7 nîsan, 2020   09:20
ŞEHBA – SÎMAV XELÎL – XANDÎ ELO

Ji ber belavbûna Koronavîrusê gelek dewletên cîhanê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara qedexekirina çûn û hatinê derxist. Pê re hemû dikan ji bilî yên sebze û pêdiviyên jiyanê yên sereke û dermanxane, hatin girtin.

Bi vê yekê re xebatên gelek kesên ku rojane dixebitîn û debara malbata xwe pê dikirin, hate sekinandin.  Ji ber wê jî rêxistinên mirovî yên herêmî û gelek kesan dest bi însiyatîfa komkirina alîkariyan û belavkirina wan kir. Rêveberiya Xweser jî biryarnameyeke derxist ku li herêmên Rêveberiya Xweser û her heft rêveberiyên sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê alîkarî li malbatên xizan werin belavkirin.

Li kantona Şehbayê welatiyê bi navê Ehmed Umer ji koçberên Efrînê ye, dest bi însiyatîfeke kesayetî kir, dê pereyan ji 25 dost û nasên xwe kom bike da ku li hindek malbatên xizan ku debara jiyana xwe bi xebatên rojane dikir û di çarçoveya qedexekirina çûn û hatinê de xebatên wan hatin sekinandin, belav bike.

Di vê çarçoveyê de Umer wiha got: "Mayîna li malê û dûrbûna ji kar hişt ku em rewşa malbatên di rewşên zehmet de dijîn, hîs bikin. Rewşa wan zehmet e û debara xwe ya jiyanê bi xebatên rojane dikirin."

Der barê însiyatîfa kesayetî ya komkirina alîkariyan de Umer ev tişt anî ziman: "Gavên bi vî awayî hevgirtin û hezkirinê di nava civakê de ava dikin. Heta niha 25 kes ji kantona Şehbayê alîkarî dan û her yek li gorî derfetên xwe dide. Em ê pereyan radestî aliyên pêwendîdar bikin da ku ew jî li malbatên xizan belav bikin. Gavên bi vî awayî nûnertiya çanda me ya kevn dikin. Ji ber ku di demên berê de mezinên me jî alîkariya malbat an jî kesên ku rewşa wan a madî zehmet bûya, dikir." 

Ehmed Umer di dawiyê de bang kir ku ji ber loziya Koronavîrusê li derdora malbatên xizan kom bibin.

bx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/v686yVRUMgk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>