Werşeya dirûtinê ya Dêrikê rojane 500 maskan çêdike

Koronavîrusa nû (Covid-19) li seranserê cîhanê berbelav bûye. Werşeya dirûtinê ya Dêrikê rojane 500 maskan didirû û hewcedariya herêmê dabîn dike.

Werşeya dirûtinê ya Dêrikê rojane 500 maskan çêdike
Werşeya dirûtinê ya Dêrikê rojane 500 maskan çêdike
Werşeya dirûtinê ya Dêrikê rojane 500 maskan çêdike
Werşeya dirûtinê ya Dêrikê rojane 500 maskan çêdike
6 nîsan, 2020   11:28
​​​​​​​QAMIŞLO

Mask ji bo xweparastina ji Koronavîrusê tedbîreke baş in û ji ber vê yekê Werşeya Dêrikê ya Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a Dêrikê hewl dide pêwîstiyên gel ji maskan dabîn bike. Werşe (atolye) rojane 6 saetan dixebite û 500 maskan çêdike.

Karkerên li werşeyê dixebitin lepikan û maskan li xwe dikin û beriya ku li werşeyê dest bi karê xwe bikin, werşe tê dezenfektekirin.

Endama Rêveber a Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel û çavdêra werşeyê Eyşe Îzedîn axivî û got: "Armanca me ji vê projeyê dabînkirina maskan e, destpêkê em li endamên saziyan, daîreyên di vê pêvajoyê de bi şev û bi roj dixebitin, belav bikin. Ev însiyatîf bi armanca piştgiriya Rêveberiya Xweser di peydakirina maskan de pêk tê."

Eyşe Îzedîn diyar kir ku piştî mask bi dawî bibin ew ê radestî Heyva Sor a Kurd bikin da ku maskan dezenfekte bikin û belav bikin.

Komîteya Şaredariyan û Heyva Sor a Kurd bi armanca dabînkirina hejmareke baş ji maskan û li komîteyên xizmetê dikin, her wiha li endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn belav bikin, gelek xebat dane destpêkirin.

(eh)

ANHA