​​​​​​​Pêwîstiya kampa El-Hewayicê bi alîkariyê heye

Koçberên li kampa El-Hewayicê ya li rojavayê Dêrazorê bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariyên tenduristiyê ji wan re pêşkêş bikin da ku xwe ji xetereya Koronavîrusê (Covid-19) biparêzin.

​​​​​​​Pêwîstiya kampa El-Hewayicê bi alîkariyê heye
6 nîsan, 2020   10:39
DÊRAZOR-ELÎ EL-SALIH

Kampa El-Hewayic li rojavayê gundewarên Dêrazorê, wek kampên bêserûber tê hesibandin. Di 2018`an de hate avakirin. Derdora 40 malbat anku 200 kes ji şêniyên herêm û gundewarên Dêrazorê tê de dimînin.

Li gel tirsa ji xetereya Koronavîrusê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 23`yê Adara 2020`an de qedexeya derketina derve îlan kir.

Niştecihên kampa El-Hewayic zehmetiyan ji ber kêmasiya avê û xizmetên tenduristiyê dikişînin.  Niştecihên kampê qedexeya derketina derve tînin cih. Lê kêmbûna avê û eleqedariya tenduristiyê di nav kampê de li cem niştecihan metirsiyan çêdike.

Niştecihên kampê bang li rêxistinan kir ku alîkariyên tenduristiyê ji wan re pêşkêş bikin.

Koçberê bi navê El-Hec Ehmed El-Had got: "Pêwîstiya me bi alîkariya tenduristiyê heye. Ji bo ku em xwe ji nexweşiyan biparêzin pêwîstiya me bi dermanên paqijiyê, madeyên dezenfektekirin û taybet bi  ava vexwarinê heye.”

Koçberê bi navê Hesen El-Salim jî got: "Em bang li meclis û rêxistinan dikin ku rewşa kampê di ber çavan re derbas bikin û alîkariyê ji me re pêşkêş bikin. Ji ber ku piraniya niştecihan qûta xwe rojane peyda dikin. Niha jî bê kar in. "

El-Salim destnîşan kir ku ava vexwarinê, dermanên paqijî û dezenfektekirinê li kampê kêm in û bang li rêxistinên mirovî kir ku serdana kampê bikin, rewşa wan nas bikin û alîkariyên tenduristî ji wan re pêşkêş bikin da ku xwe ji xetereya Koronavîrusê biparêzin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/W3NeGhqxVB0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>