Cenazeyê şehîd Waêl Salih hat oxirkirin

Îro cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Waêl Salih, li Goristana Delîl Sarûxan a Qamişlo hat veşartin.

Cenazeyê şehîd Waêl Salih hat oxirkirin
Cenazeyê şehîd Waêl Salih hat oxirkirin
Cenazeyê şehîd Waêl Salih hat oxirkirin
Cenazeyê şehîd Waêl Salih hat oxirkirin
Cenazeyê şehîd Waêl Salih hat oxirkirin
6 nîsan, 2020   10:38
QAMIŞLO

Bi amadebûna malbata şehîd Waêl Salih û endamên Saziya Malbatên Şehîdan cenazeyê şehîdê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Goristana Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo bi dirûşmên “Şehîd namirin” hat veşartin.

Ji ber qedexeya derketina derve û qedexeya kombûnê ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo tedbîrên pêşîlêgirtina Koronavîrusê ragihandiye, merasîm nehat çêkirin.

Hêzên hikumeta Sûriyê di 4`ê Nîsanê de erebeyeke girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Çerxerêya Sibeh Behrat a naverasta bajarê Qamişlo kiribû hedef. Di encamê de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê bi navê Mihemed Sebrî Elî birîndar bûbû û ajokarê erebeyê Waêl Ciwan Salih şehîd bûbû.

ANHA