Şerê petrolê yê Erebistana Siûdî û Rûsyayê… gelo dê Rûsya bê kedîkirin?

Iyad El-Mecalî diyar kir ku şer û nakokiyên di navbera Rûsya û Erebistana Siûdî de encamên krîza aborî ya petrola cîhanê ye û nemaze encameke belavbûna pandemiya Koronavîrusê ye.

Şerê petrolê yê Erebistana Siûdî û Rûsyayê… gelo dê Rûsya bê kedîkirin?
6 nîsan, 2020   07:01
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL- HEBÎB

Moskov peymana ku temenê wê 3 sal bû xirab kir da ku dahatên petrola cîhanê diyar bike û qebûl nekir biryarên ku ji aliyê Erebistana Siûdî ve hatin pejirandin îmze bike ku bûn sedema daketina buhayê petrolê. Lewra şerê di navbera Rûsya û Erebistana Siûdî de li ser petrolê derket.

Riyad ji kêmkirina yekalî ne razî ye, buhayê petrola xwe kêm kir, beriya vê yekê plana zêdekirina berhemên petrolê bi awayekî mezin ragihand, di encamê de buhayên wê bi rengekî zêdetir daket ku berê ji ber derketina vîrusa koronayê ya nû (Covid-19) daket.

Li ser vê mijarê lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Dr.Iyad El-Mecalî ji ANHA‘yê re axivî. Hevpeyvîna bi Iyad El-Mecalî re wiha ye:

Çima şerê petrolê di navbera Rûsya û Erebistana Siûdî de derket?

Di encama pêşketinên di buhayên yekem de yên madeya stratejîk ên xwedî bandoreke rasterast li ser polîtîkayên dewletan heye, krîza petrola cîhanê hate afirandin ku encamên wê derketin holê. Ji wan, hejmareke mezin a berhemdaran li hemberî daketina buhayan û hilweşandina wan di asta cîhanê de dê li ser rawestandina petrola xam bixebitin. Bi taybet piştî peymana di navbera rêxistinaOPEC (Bi serkêşiya Erebistana Siûdî) û berhemkarên mezin de, di serî de Rûsyayê. Li gorî peyamên hemû alî pabend bin ku ewlehiya bazarê bi rêya parastina parên berhemên diyar biparêzin da ku aramiya buhayê petrola cîhanê pêk were.

Şer, nakokî, boykotkirina di navbera Rûsya û Erebistana Siûdî de encamên aloziya aborî ya petrola cîhanê ye (zêdebûna berheman û paşketina li ser daxwazan) ku ji ber guhertinên cîhanî yên bilez derket. Bi taybet ji ber belavbûna xeternak a pandemiya Koronavîrusê ku rageşiyeke herî mezin û nezelalbûna zêde ya li pêşberî aboriya cîhanê ye. Ji berê vê yekê pêşbaziya di navbera berhemdaran de û daketina buhayê petrola cîhanê de zêde bûn.

Hincetên vî şerî wekî ku sedemên aborî bin xuya dikin, lê rastiya wê siyasî ye û ne eşkerekirî ye. Em dikarin vê yekê bi rêya pêşketin û guhertinên herêmî bixwînin, bi taybet rola Rûsyayê di herêmên Rojhilata Navîn de, her wiha bandornekirina cezayên aborî yên ku Amerîka û Yekitiya Ewropayê (YE) ji sala 2014‘an de bi awayekî mezin li ser Moskovê ferz kirine. Lewra ev pêşketin di rewşekê de ku têkiliyên aborî di navbera OPEC û Rûsyayê de gelekî aloz bû, derket. Armanc jê ji bo berjewendiyên Amerîkayê fişarê li Rûsyayê bike. Hem li derdora Rûsyayê herêmî yan jî di çarçoveya projeya berfirehbûna Moskovê li Rojhilata Navîn de, bi taybet ku Amerîkayê ya di bin sîwana Trump de, bi rêya wekîlên wê birêvebirina herêma Rojhilata Navîn kir, bêyî ku qurbaniyên mirovî û madî bide.

Nexasim ku xetên şerê buhayan ji bo her kel û pelekî pêşandana wê ji buhayê rasteqîn ê ku mêzîna pêşandanê û daxwaza sûkê diyar dike, kêmtir e da ku ziyanan bigihîne berhemdarekî bibandor di sûkê de yanî Rûsyayê. Ji bo barên wê biavêje ser bergiriyên aborî yan jî siyasî, bi taybet dosyayên herêmî û leşkerî, pêkanîna van kel û pelên stratejîk encamên neçûyî bû ku bandorê li biryara Rûsya û Çînê ya bi perspektîfên Amerîkayê bike. Ev pirsgirêk di lîteratura aborî de bi ‘fetisandin’ an jî ‘siyaseta xizankirina cîranan’ tê naskirin. Kesê ku derbeyê li dijî vê şerî bixe tune ye, ji bilî teslîbûnê.

Şerê buhayên petrolê hîn jî heye, metirsî heye ku buhayê bermîlekê bigihêje sînorê hilweşînê, bi taybet bi bilindbûna pêşandanê bi awayekî mezin û daketina xwestina petrol xam a reş. Bi nêrîna min sînyalên berdewam ên rewşê dê wiha bin, yanî depo û parzûnxane û boriyên veguhestina petrolê bigihêjin asta herî xwezayî. Ev tişt ji sala 1998‘an de çênebûye, ev nayê vê wateyê ku hilberîna petrolê wê ne xwediyê wê valahiyê yan cihê ku ew tê armanckirin e.

Girîngiya Erebistana Siûdî ya qada jorîn a hilberîna petrola cîhanê çi ye, gelo dê ev yek bandorê li cihê wê yê di rêzika cîhanê de bike?

Şerê petrolê êdî li sûka pereyan a cîhanê xistiye ku rasterasat bandorê li beşên berfireh kiriye û bêyî cudabûn civaka navneteweyî tevlihev kir. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) lîstikvanê herî mezin di şerê buhayan de ye ku rêxistina OPEC li dijî qutbê Rûsyayê dike da ku bandorê li siyasetên wê yên li herêmê bike.

Yên binkeftî dewletên berhemdar û yên ku petrolê derdixin, bi taybet dewletên ku petrol çavkaniya tekana ya aboriya wan e. Ev yek ji bo dewletên erebî yên berhemdar bi taybet Erebistana Siûdî derbasdar e. Yanî daketina buhayê petrolê ji bo 20 dolaran budçeya wê kêmtir dike, her wiha deynên wî yên giştî zêde dike û dihêle ku bi buhayê bilindtir deyn bike. Li aliyekî din pirsgirêkek di sazûmaniya wê ya aborî de çêdibe, nexasim ku hêmana bingehîn a hinardekirinê ye ku gelek bandora xwe li rewşa cîhanî û herêmî dike û bandorê di helwestên xwe yên siyasî de li hember piraniya pirsgirêkên germ dide.

Li gorî raporan, lêçûna hilberîna bermîla petrola xam li Erebistana Siûdî bi qasî deh dolar e û li Rûsyayê zêdetirî 17 dolar, ev tê wê wateyê ku buhayên kêm li 20 dolar hê jî lêçûnê li her duyan (îstismarî + şixulandin) li Erebistana Siûdî û pir nêzîkî buhayê wan li Rûsyayê digire, lê li ser vê yekê nesekinî, aboriyên din jî hene ku bi dahatên petrolê ve girêdayî ne û nehêlana van vegeran, aboriyan pûç dike. Heger ev tişt di berjewendiya Erebistana Siûdî de ye, dibe ku Rûsyayê nexe dorpêçê da ku şer bi dawî bike, ji ber ku dewlemendiya wê di gazê de ji petrolê mezintir e.

Gelo ev nakokiya Rûsya-Amerîkayê ye?

Helbet, nêrînên nakok ên di navbera Dewletên Yekbûyî û Rûsyayê de bûne sedema encamên rasterast ên siyasî, ewlekarî û stratejiyên dûr û dirêj. Pirbûna dosyayên nakok ên di asta navneteweyî de bandoreke diyar li sîstemên herêmî yên wekî Yekitiya Ewropayê û hêzên navneteweyî mîna Çînê û dewletên rojhilatê Asyayê dike. Li kêleka wê hêzên herêmî mîna Îran, Tirkiyê û Siûdiyê jî dike.

Rêxistina welatên hinardekirina petrolê OPEC konteynerek girîng e ji bo kontrolkirina hilberîna petrolê û buhayên wê, lê di dema dawiyê de kontrola buhayê xwe winda kir, ji ber vê yekê xwest dan û standinan bi Rûsyayê re bikin ji bo ku hilberînê kêm bike da ku buha zêde bike, nemaze biryarên OPEC’ê ne peywendîdar in û buhayê wê bi pêşandan û daxwazan ve girêdayî bimîne. Welatên xwedî petrol ji kêmbûna hilberînê bandor bûne, ji ber ku lêçûna derxistina petrola xav bilind e.

Her wiha, welatên ku ji polîtîkayên OPEC’ê serbixwe ne, ew welatên ku biryar dan ku tev li OPEC’ê nebin da ku azadiya bazirganiya xwe li bazarên petrolê mîsoger bikin, ya herî girîng jî Rûsya ye. Ji ber vê yekê, em bawer dikin ku guhertinên pêşerojê dê dîmeneke aborî ya cîhanî ya cuda diyar bike, di nav de tevlihevî û pêşbaziya di bazara enerjî û petrolê de.

Rûsya dê hewl bide ku ji çavkaniya sereke ya enerjiyê sûdê wergire ku ji têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re sûdê wergire û vê yekê bi kar tîne ku zextê li Erebistana Siûdî di dosyaya Sûriyê de bike?

Di rastiyê de, nîşaneyên derketine asta tengavbûna Rûsyayê di hewldana pêkanîna hevsengiyekê de di berjewendiyên Şam û Enqereyê de diyar dike. Ji ber vê yekê Rûsya hewl dide bi hemû îmkanên xwe destekê bide Şamê da ku serweriya xwe li tevahî xaka xwe vegerîne û bigihêje çareseriyeke siyasî der barê şer de. Lê destwerdana Tirkiyê di bakurê Sûriyê de dibe ku bibe binkeftineke demkî ji berjewendiyên Rûsyayê re. Wekî din Rûsya ji xetereya şervanên ji komên terorîst, kom û milîsên ku piştgiriya rasterast ji Enqereyê digirin, ditirse.

Xeta siyasî ya Rûsyayê di rêvebirina şeran de bi awayekî rasterast li herêmê ber bi berjewendiyên stratejîk ve diçe. Ev tişt di kiryarên wê yên di budçeya dîplomasiyê de diyar dibe ku hewl dide li beramberî operasyonên leşkerî yên ku Tirkiyê di xaka Sûriyê de li hemberî pêkhateyên gelê Sûriyê de pêk bîne. Ji ber vê yekî Moskov hewl dide di vî şerî de xwe wek navbeynkar nîşan bide. Di nava van guhertinan de mebesta Rûsyayê zelatir dibe, ji ber ku hewl dide pêşî li têkdana têkiliya xwe bi Tirkiyê yan Kurdan re bigire û têkiliya xwe bi Şamê re biparêze.

Têkiliyên vî şerî û gaza li Rojhilata Navîn hatiye keşfkirin çi ye?

Di rastiyê de, baweriyek hebû, digot ku berhemên petrol û gazê yên li rojhilatê Deryaya Spî têrê dike ku bikarin veguherîneke jeopolîtîk û jeoaborî li herêmê çêkin. Lê bi zêdebûna nakokiyên der barê xêzkirina sînorê deryayî û çawaniya parvekirina berheman de, îstîsmarkirin û derxistina wan ji bo derveyî herêmê, ev nêrîn ji rastiyê dûr ket.

Bi rastî, kefşkirina zêde ya berheman di hewza rojhilatê Deryaya Spî de hîna îmkan hene ku guhertinên hundirîn li welatên eleqedar çêke, bêguman dê veguherîne madeya nakokiyên navxweyî, herêmî û navneteweyî û di heman demê de aloziyên siyasî û ewlehî zêdetir dike ku dibe li şûna hevkariyê bibe sedema derketina li hemberî hev.

Bandora vî şerî li hevsengiyên herêmî û navneteweyî çi ye?

Ji bilî daneyên ku me li jor bi bîr xistin, xuya ye ku tevlihevkirina wê bandoreke mezin li hevsengiyên herêmî û navneteweyî di hilweşandina sûka petrolê û hemû pîşeyên eleqedar de kir.

Bandora mezin a Çînê li ser bazirganiya navneteweyî, li hember wê jî kêm bandora Amerîkayê, hişt ku metirsî zêde bibin ku Çîn aboriya cîhanê kontrol bike, lewma DYA`yê hewl da ku desthilata aborî ya Çînê dorpêç bike.

Çînê jî hewl da bi rêya Rêxistina Şanghayê ya hevkariya ewlehiyê û hevpeymanên Rêya Hevrişmê, xwe nêzî Rûsyayê bike. Dixwaze bi rêya Rûsyayê xwe bigihîne Ewropayê.

Em li vir dikarin bibêjin ku nakokiyên di navbera Rûsya û Amerîkayê de bandorên siyasî û ewlekarî yên demkurt û demdirêj bi xwe re anîn, pirbûna dosyayên nakok ên di asta navneteweyî de bandoreke diyar  li ser sîstemên herêmî yên wekî Yekitiya Ewropayê û hêzên navneteweyî mîna Çînê û dewletên rojhilatê Asyayê dike. Her wiha bandorê li  hêzên herêmî mîna Îran, Tirkiye û Siûdiyê jî dike. 

ANHA