Şaneya Aloziyê: Dê gaz û nan bigihêjin malên şêniyan

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a herêma Cizîrê belavkirina madeya gazê li şêniyan bi rêya komînên taxan qedexe kir û diyar kir ku ji bo kombûyînên zêde li pêşiya firnan û komînan çênebin, dê nan bi rêya aliyên jêbarwer bê belavkirin.

Şaneya Aloziyê: Dê gaz û nan bigihêjin malên şêniyan
Şaneya Aloziyê: Dê gaz û nan bigihêjin malên şêniyan
Şaneya Aloziyê: Dê gaz û nan bigihêjin malên şêniyan
Şaneya Aloziyê: Dê gaz û nan bigihêjin malên şêniyan
Şaneya Aloziyê: Dê gaz û nan bigihêjin malên şêniyan
5 nîsan, 2020   11:12
QAMIŞLO

Endamên Şaneya Aloziyê hevserokê Meclise Rêveber a herêma Cizîrê Talet Yûnis û hevserokê Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê Menal Mihemed di nava taxên Qamişlo de geriyan û dîtin ku kombûyîn li pêşiya komînan pêk tê. Ji ber vê yekê, Rêveberiya Xweser a Demokraîtk a herêma Cizîrê ev biryar da.

Talet Yûnis da zanîn ku wê gaz li malên welatiyan yek bi yek, bê belavkirin û daxuyand ku dê Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê, buhayê madeya gazê diyar bike. Her wiha bang li şêniyan kir ku biryarên Şaneya Aloziyê pêk bînin.

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê di 23`yê Adara borî de piştî ragihandina qedexeya derketina derve, biryara belavkirina gazê bi rêya komînan da.

Divê şênî navên xwe li gel komînê qeyd bikin da ku madeya gazê bi dest bixin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Glv0zYPI3cE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>