Kesên qedexeyê binpê bikin dê cezayê pere lê were birîn

Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Kobanê diyar kir ku ew ê li dijî kesên biryara qedexeya derketina derve bin pê dikin, cezayên pereyan bibirin.

Kesên qedexeyê binpê bikin dê cezayê pere lê were birîn
5 nîsan, 2020   12:14
KOBANÊ

Bi armanca pêşîlêgirtina berbelavbûna Koronavîrusê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 23’yê Adarê ve qedexeya derketina derve ragihand.

Li kantona Kobanê ev çend roj e xelk biryara qedexeya derketina baş pêk nayne.

Endamê rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Kobanê Kawa Hemû got: "Me biryar daye ku li ser sê qonaxan qedexeya derktina derve bidin meşandin. Ya yekemîn hişyarkirina şêniyan û qedexe baş pêk hat, ya duyemîn jî soz ji kesên muxalif wergirt ku ew ê careke din ji mala xwe dernekevin."

Kawa Hemo wiha li axaftina xwe zêde kir: "Qonaxa sêyemîn hîn neketiye pratîkê, ew jî heke şênî biryara qedexeya derketina derve bi cih neynin, dê cezayên pere lê bibirin, li ser vî esasî Rêveberiya Xweser biryarek di vê derbarê de derxist lê hîn neketiye pratîkê."

Hemo da zanîn ku pêkanîna biryarê hîn tê nîqaşkirin û heke dema qedexeya derketina derve were meşandin, muhteml e biryar pêk were û pêşî li rewşên muxalif bigire.

Kawa Hemo destnîşan kir ku di van rojên dawîn de zêde nekete pratîkê, li ser vî esasî bang li şêniyan dikin ku biryarê pêk bînin û civakê ji xetereyê biparêzin.

eh

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2RV067XkLA8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>