Li Filistîn û Îsraîlê hejmara nexweşên Koronavîrusê û miriyan zêde dibe

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku hejmara giştî ya nexweşên Koronavîrusê li Filistînê 227 e. Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê jî rewşên din ên nexweşiyê û mirina bi vîrusê, tespît kirin. Bi vê yekê li Îsraîlê hejmara nexweşan dibe 8 hezar û 18 kes, her wiha 47 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Filistîn û Îsraîlê hejmara nexweşên Koronavîrusê û miriyan zêde dibe
5 nîsan, 2020   11:01
XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê 9 rewşên nû yên Koronavîrusê (Covid-19) li Difa El-Xerbiye tespît kirin. Wezaretê diyar kir ku bi vê yekê hejmara nexweşên Koronavîrusê li Filistînê dibe 226 û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.

Duh Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihandibû ku 5 ji 12 nexweşên vîrusê li Xezayê, baş bûne û destnîşan kir ku di karantînayê de ne.

Di heman der barê de Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê jî bi dehan rewşên nû yên Koronavîrusê tespît kirin û wiha da zanîn: "Kesekî ji wan jiyana xwe ji dest daye."

Wezaretê diyar kir ku bi qeydkirina nexweşên nû, hejmara giştî ya nexweşên vîrusê li Îsraîlê radibe 8 hezar û 18 kesan ku rewşa 127 kesan xeternak e û 47 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

cx

ANHA