Çeteyên Tirkiyê sivîlên ku li gundewarê Girê Spî revandin, qetil kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku 3 sivîl li ser rêya di navbera bajarê Girê Spî û gundê Avdeko de revandin, qetil kirin.

Çeteyên Tirkiyê sivîlên ku li gundewarê Girê Spî revandin, qetil kirin
4 nîsan, 2020   19:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser rêya di navbera Girê Spî û gundê Avdeko de erebeyek sivîlan kirin hedef. Di encamê de sivîlên di erebeyê de birîndar bûn.

Çeteyan sivîl tevî erebeyê ravendin. Piştre sê kesên ku di erebeyê de bûn qetil kirin.

Heta niha tu agahiyên girêdayî nasnameyên hersê sivîlan nehatin bidestxistin.

(şx)

ANHA