Bi boneya 4`ê Nîsanê dar li Dêrikê hatin çandin

Endamên Kongreya Star a Dêrikê bi boneya 4`ê Nîsanê dar li parka Şehîda Xebat Dêrik çandin.

Bi boneya 4`ê Nîsanê dar li Dêrikê hatin çandin
4 nîsan, 2020   15:18
QAMIŞLO

Endamên Kongreya Star berê xwe dan Parka Şehîda Xebat Dêrik da ku tev li çalakiya çandina daran bi boneya Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bûn.

Di çalakiyê de endama rêveber a Kongreya Star a Dêrikê Wesfa Murad daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em cîhan û tevahiya gelên azadîxwaz bi Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Em vê roja giranbiha li YPJ`yê pîroz dikin ji ber ku heman roja damezirandina YPJ`ê ye. hêzên ku azadiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê parast."

Piştre beşdaran darên berhemdar û xemilandinê li parkê çandin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xs9o_43naRE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>