Li gundên Dirbêsiyê û Zirganê dewriyeya hevbeş

Îro polîsên leşkerî yên Rûsyayê û leşkerên artêşa Tirk a dagirker li gundên rojava û rojhilatê navçeya Dirbêsiyê û gundên Zirganê dewriyeyeke hevbeş bi rê ve bir.

Li gundên Dirbêsiyê û Zirganê dewriyeya hevbeş
2 nîsan, 2020   11:07
HESEKÊ

Dewriye ji 4 panzêrên her du aliyan û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk dihat û vê sibê ji gundê Şêrikê yê 13 km li rojavayê navçeya Dirbêsiyê ku dikeve ser sînorê Sûriye-Tirkiyê, dest bi dewriyeyê kir.

Dewriye ji gundê Kesra yê girêdayî navçeya Zirganê ber bi gundên rojava û rojhilatê navçeya Dirbêsiyê ve çûn. Piştî gera xwe bi dawî kirin vegeriyan nuqteya destpêka dewriyeyê anku gundê Şêrikê û paşê panzêrên artêşa Tirk a dagirker vegeriyan xaka Tirkiyê.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0S8YaXhoeY8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>