Dezenfektekirina taxên Reqayê dewam dike

Di çarçoveya tedbîrên pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê de tîmên Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê, xebatên dezenfektekirinê li kolanên bajêr dewam dike.

Dezenfektekirina taxên Reqayê dewam dike
1 nîsan, 2020   12:13
REQA

Şaredariya Gel a Reqayê heta niha derdora 10 taxan ji 30 taxên bajêr, dezenfekte kirine.

Endamekî tîmên girêdayî Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Eyûb têkildarî mijarê ev agahî dan: "Armanca dezenfektekirina kolan û taxên bajêr, pêşîlêgirtina nexweşî û mîkroban e. Dê xebatên dezenfektekirinê di dirêjahiya dema qedexeya derketina derve de dewam bikin."

cx

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1j0vHPI4Wu4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>