PYD: Em bi hêvî ne cejna Ekîto bibe berdewama biratî û jiyana hevbeş

Meclisa Giştî ya PYD’ê cejna Ekîto li tevahî gelê Suryan-Aşûrî û gelên herêmê pîroz kir û got "Em bi hêvî ne ku ev cejn mîna hemû boneyên me bibe metoda dewama biratî, jiyana hevbeş, hêviya derbaskirina aloziya tenduristiyê bi hev re, pêkanîna aramî û aştiyê."

PYD: Em bi hêvî ne cejna Ekîto bibe berdewama biratî û jiyana hevbeş
31 adar, 2020   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibe (1’ê Nîsanê) cejna Ekîto ya sersala Suryan-Aşûrî ye. Bi vê boneyê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyeke nivîskî ya pîrozbahiyê weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di ser tevahî cîhan û herêmê re bi taybet rewşeke awarte di encama berbelavbûna Koronavîrusê re derbas dibe. Her wiha di vê pêvajoyê de pêwîstî bi kedên parastinê yên awarte ku parastina civak û herêmê ji vê krîzê bike, heye. Bûyereke dîrokî ye ku tevahî boneyên me yên dîrokî wek pêkhateyên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi hezar salan e pîroz dikin, rastî vê krîz û nexweşiyê were. Bi wê re jî me tevahî şahî ku parçeyek ji berpirsyariya me ye jî, da ku herêm û şêniyan ji xetereyên tenduristiyê biparêzên, taloq kirin.

Bi boneya 1’ê Nîsanê ya Cejna Ekîto ya sersala Suryan-Aşûrî ku nûnertiya destpêka bihar û nûkirina jiyanê dike, her wiha nûnertiya mîrasa dîrok û şaristaniya gelê Suryan-Aşûrî dike, tevahî pêkhateyên herêmê pîroz dikin.

Tevî dijwariyên heyî û nepêkanîna beşdariya vê boneya dîrokî, wekî çawa heman tedbîr ji bo cejna Newrozê hatine girtin, neçar dimînin vê boneyê rawestînin.

Ji lew re wek Meclisa Giştî ya PYD’ê tevahî gelê Suryan-Aşûrî û gelên herêmê bi boneya cejan Ekîto pîroz dikin û hêvî dikin ku ev cejn wekî tevahî boneyên me bibe rêbazeke dewma biratî, jiyana hevbeş, hêviya derbaskirina vê aloziya tenduristiyê bi hev re, pêkanîna aramî û aştiyê li herêmê û tevahî cîhanê, her wiha berjewendiyên gelê me yên bidestxistina mafên demokratî yên rewa ji tevahî pêkhateyan re pêk bên.”

(fr)

ANHA