Li Filistînê rewşên nû yên pêketina Koronavîrusê û li Îsraîlê jî qurbanî

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê 2 rewşên nû yên pêketina Koronavîrusê li Xeza û Difa El-Xerbî tomar kirin ku hejmara giştî ya li Filistînê bû 117. Her wiha li Îsraîlê hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine, gihîşt 4 hezar û 831 kesî, 18 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Filistînê rewşên nû yên pêketina Koronavîrusê û li Îsraîlê jî qurbanî
31 adar, 2020   10:00
XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê şeva berê 2 rewşên nû yên Koronavîrusê li Xeza û Difa El-Xerbî tomar kirin. Wezaretê daxuyand ku hejmara giştî ya pêketina Koronavîrusê li Filistînê bûye 117.

Wezareta Tenduristiyê diyar kiribû ku 18 rewşên ji nexweşiya Koronavîrusê çêbûne, her wiha qurbaniyek tomar kiribû.

Girêdayî heman mijarê, Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê jî kesên nû bi Koronavîrusê ketine û 2 qurbanî tomar kirin ku bi wê re hejmara qurbaniyan bû 18. Wezaretê diyar kir ku piştî tomarkirina rewşên nû, hejmara giştî ya kesên li Îsraîlê bi Koronavîrusê ketine  bû 4 hezar û 831, jê rewşa 69 kesan giran e.

fr

ANHA