Piştî qedexeya derketina derve li Kobanê asta qirêjiya hewa daket

Piştî tedbîrên ku Rêveberiya Xweser a Bakur  û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêgirtina li ber belavbûna Koronavîrusê girtine, rêjeya qirêjiya hewa li Kobanê kêm bûye.

Piştî qedexeya derketina derve li Kobanê asta qirêjiya hewa daket
Piştî qedexeya derketina derve li Kobanê asta qirêjiya hewa daket
Piştî qedexeya derketina derve li Kobanê asta qirêjiya hewa daket
Piştî qedexeya derketina derve li Kobanê asta qirêjiya hewa daket
31 adar, 2020   06:25
KOBANÊ

Li bajarê Kobanê piştî hefteyekê ji biryara qedexeya derketina derve ya ji ber Koronavîrusê (Covıd-19) û rawestandina proje û fabrîqeyên pîşesazî, her wiha kêmbûna gera erebeyan, rêjeya qirêjbûna hewa daket.

Ji ber êrişên çeteyên DAIŞ‘ê yên li ser bajarê Kobanê ji sedî 70‘yê binesaziya bajêr wêran bûbû. Di encama xebatên jinûveavakirina bajêr de, hawirdor heta astek mezin hatibû paqijkirin.

Di navbera salên 2015-2017‘an de ji ber kêmbûna rûbera çandiniyê, li navenda bajêr û derve rêjeya qirêjîbûnê du qat zêde bû. Piştre Rêveberiya Giştî ya Ekolojiyê pêngavên "Werin em bi hev re daran biçînin" dan destpêkirin û bi hezaran dar hatin çandin. Pêngava herî mezin di destpêka vê Adarê bû ku tê de 20 hezar dar hatin çandin.

Di wan wêneyan de ku ji deverên cuda yên bajêr hatine kişandin, kêmbûna rêjeya qirêjiyê û kêmbûna tevgera wesayîtan diyar dibe, nexasim piştî biryara qedexeya derketina derve ya ji ber vîrusa koronayê  ku di 23‘yê Adarê de kete meriyetê û ta niha didome.

ANHA