Li Dirbêsiyê însiyatîfeke nimûneyî… bê pere nan li hewcedaran belav dike

Di demekê de ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve heye, Ciwan Cemal ê ji navçeya Dirbêsiyê bê pere nan li şêniyan belav dike.

Li Dirbêsiyê însiyatîfeke nimûneyî… bê pere nan li hewcedaran belav dike
29 adar, 2020   10:54
HESEKÊ-OLVA HAC MENSÛR

Bi însiyatîfeke mirovî ji bo alîkariya malbatên xizan li gel rewşa qedexeya derketina derve li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ketiye roja 7’an, şêniyê ji navçeya Dirbêsiyê yê bi navê Ciwan Cemal ku xwediyê marketeke zimhêrê ye, 800 tûrên nan li şêniyan belav kirin.

Ji dema ragihandina qedexeya derketina derve li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji ber xweparastina ji xetereya Koronavîrusê, ji bo alîkariya bi hewcedaran re şêniyan gelek însiyatîf dan destpêkirin. Her wiha maskên tenduristiyê belav kirin ku li herêmê kêm in.

Şêniyê bi navê Ciwan Cemal ê ji navçeya Dirbêsiyê wiha got: "Armanca min ji vê însiyatîfê, alîkariya şêniyan di vê rewşa zehmet de ye ku herêm tê re derbas dibe. Ji ber ku piştî qedexeya derketina derve, karê pir kesan rawestiya."

Ciwan Cemal destnîşan kir ku ji bo alîkariya hewcedaran, hemû pêkhateyên herêmê hevgirtî bin.

Her wiha şêniyan ji bo vî karê mirovî, spasiya xwe anî ziman.

fr

ANHA