Li Şêxmeqsûdê tedbîrên Komîteya Parastina Mezextkaran

Tevî dewamkirina qedexeya derketina derve jî komîteyên Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê kontrolkirina sûkan û diyarkirina buhayên kel û pelan didomînin. Her wiha hemleyên zanakirinê yên der barê çawaniya xweparastina ji Koronavîrusê de bi rêxistin dikin.

Li Şêxmeqsûdê tedbîrên Komîteya Parastina Mezextkaran
Li Şêxmeqsûdê tedbîrên Komîteya Parastina Mezextkaran
Li Şêxmeqsûdê tedbîrên Komîteya Parastina Mezextkaran
Li Şêxmeqsûdê tedbîrên Komîteya Parastina Mezextkaran
Li Şêxmeqsûdê tedbîrên Komîteya Parastina Mezextkaran
29 adar, 2020   12:06
HELEBÊ

Bi destpêka biryara Rêveberiya Xweser a qedexeya derketina derve re, komîteyên Şaredariya Gel li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo parastina mezextkaran (mezêxer) erkên xwe yên kontrolkirina sûkê û buhayên kel û pelan dewam dikin.

Komîteya Zimhêrê û Komîteya Parastina Mezextkaran, bi rêk û pêk li ser sûkan digerin da ku çavdêriya buhayên madeyan bikin û di dema derbasbûna wan ji taxê re bi rêya benda kontrolê ya li rojhilatê taxê, diyar dikin. Her wiha çavdêriya fatoreyan tê kirin û buhayên madeyan li gorî lîsteyê diyar dibin.

Her du komîte ji bo şopandina çalakiya firotinê û çavdêriya dema bidawîbûna bikaranîna madeyên xwarinê, gerên xwe li sûkên her du taxan dewam dikin.

Hevseroka Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Rewşen Mûsa piştrast kir ku komîteyên peywendîdar bi hemû derfetên xwe xizmeta gel dikin û parastina wan ji keysbaziyê dikin.

Di heman derbarê de Şaredariya Gel dest bi hemleya parastina ji Koronavîrusê kir. Li ser wê yekê endamên şaredariyê li aliyên rojava û rojhilatê taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê belavokên girêdayî perspektîfên paqijiyê, dezenfektekirinê û avêtina gilêşê, belav dikin.

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iKOcxrk4vtQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>