Komteyên rewşên awarte yên Dêrazorê tedbîrên xweparastinê  xurtir dikin

Li Dêrazorê komteyên rewşên awarte ji bo pêşîlêgirtina belavbûna şewba vîrûsa Koronayê (Covid-19) tedbîr xurt kirin.

Komteyên rewşên awarte yên Dêrazorê tedbîrên xweparastinê  xurtir dikin
28 adar, 2020   15:32
DÊRAZOR

Desteya Şaredariyan û Xizmetguzaiyê ya Giştî ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji bo nîqaşkirina makenîzmeya xurtkirina tedbîrên hişyariyê yên ku li dijî belavbûna vîrûsa Korona hatine girtin, civînek lidar xist.

Di civînê de xebatên komîteyên rewşên awarte yên girêdayî pêkanîn tedbîrên qedexeya derktina derve û tedbîrên taybet ên xweparastinê jî vîrûsa Korona hatin nîqaşkirin.

Di dawiya civînê de rêzebiryar ji bo xurtkirina tedbîrên xweparastin hatin dayîn, jê destpêkirina hemleya dezenfektekirina tevahiya herêmên Dêrazorê.  Ev hemle di 29`ê Adarê de destpê dike.

Tîmên dezenfektekirinê ji bo gundewarên rojava, rojhilat û bakurê Dêrazorê hatin werin avakirin, jê re amûr û alavên pêwîst  pêşkêş bikin, ji bo reşandina dermanan û sehrîcan avê ji bo ku dikanan bişon.

Hemleyên hişyarkirinê, bi rêya mizeftan û belavkirina belavokan were destpêkirin.

(şx)

ANHA