Asta ava benda Çilaxa bilind bû, aliyên têkildar tedbîrên pêwîst girtin

Ji ber barîna barana mewsimî asta ava bendava navçeya Çilaxa bilind bû û lehî rabû. Ji aliyê xwe ve aliyên têkildar tedbîrên pêwîst ji bo parastina bendevê girtin.

Asta ava benda Çilaxa bilind bû, aliyên têkildar tedbîrên pêwîst girtin
28 adar, 2020   14:51
QAMIŞLO

Li herêmên ser  sînor li gundewarê navçeya Çilaxa ya girêdayî herêma Dêrikê barana mewsimî bi giranî barî. Di encamê de lehî li herêmê rabû.

Ji ber lehiya li sînorên bakurê Kurdistanê çêbûne asta bendava Çilaxa bilind bû û li hinek herêman av rabû.

Aliyên têkildarî ên şaredariya Çilaxa û meclisa navçeyê ji ANHA`yê re teqez kirin ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina bendevê girtine. Her wiha destnîşan kirin ku rewşa bendavê di bin kontrolê de ye. Ji aliyekî din ve hinek şêniyên ku nêzî rûbara lehiyan dimînin neçar man ji malên xwe derkevin.

Ji ber barîna baranê û lehiyên ku di sala borî de rabûne aliyên têkildar tedbîrên pêwîst ji bo parastina bendevê girtin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/r5-_aHqLwgE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>