Li Girkê Legê ji ber lehiyê pirek hilweşiya

Ji ber lehiyê, pira gundê Kêşkê ya li ser rêya di navbera navenda navçeya Girkê Legê û gundên Aliya de hilweşî. Di encamê de rê qut bû.

Li Girkê Legê ji ber lehiyê pirek hilweşiya
28 adar, 2020   15:44
QAMIŞLO

Li gundên navçeya Girkê Legê piştî nîvro baran bi giranî barî, ji ber wê lehî çêbûn.

Di encamê de pira gundê Kêşkê ya li ser rêya ku navenda navçeya Girkê Legê bi gundên Aliya girê dide hilweşiya û rê qut bû.

Di sala derbasbûyî de ji ber barana pir gelek pir hilweşiyan. Ji aliyekî din ve şaredariyên gel hewl dan sererast bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/r5-_aHqLwgE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>