Li Reqayê civînek fireh ji Şaneya Kirîzê re hate lidarxistin

Meclisa Sivîl a Reqayê civînek fireh ji endamên Şaneya Kirîzê re lidar xist. Tê de rêzebergiriyên xweparastinê ku hatine girtin û zehmetiyên ku li pêşiya makenîzmeya karê komîteyan derdikevin nîqaş kirin.

Li Reqayê civînek fireh ji Şaneya Kirîzê re hate lidarxistin
Li Reqayê civînek fireh ji Şaneya Kirîzê re hate lidarxistin
Li Reqayê civînek fireh ji Şaneya Kirîzê re hate lidarxistin
Li Reqayê civînek fireh ji Şaneya Kirîzê re hate lidarxistin
28 adar, 2020   14:27
REQA

Şaneya Kirîzê karên xwe ji destpêka pêkanîna qedexeya derketina derve ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne. Ji bo şopandina makenîzmeya karê werşe û komîteyan, pirsgirêk û astengiyên ku li pêşiyar kar derdikeve û encamên qedexeya derketinê Meclisa Sivîl a Reqayê civînek ji endamên Şaneya Kirîzê re lidar xist.

Di civînê de xebatên Şaneya Kirîzê ya ji 12 endaman pêk tê, yên girêdayî azarên şêniyan, keysbaziya bazirganan, meşandina dewriyan bi çavdêriya Komîteya Zemhêrê li ser dikanan, şopandina xebatên karkerên paqijiyê yên Şaredariya Gel, asta pêkanîna şêniya biryara qedexeya derketina derve û çavdêriya deriyan li derveyî bajêr hatin giftûgokirin.

Civîn li hola civînan a Meclisa Sivîl a Reqayê bi tevlibûna endamên komîteyên meclisê, endamên Komîteya Tenduristiyê, Şaredariya Gel, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar ket.

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê Dr. Muhened El-Kakecî hinek mijarên rêxistinî yên têkildarî qedexeya derketina derve, astengiyan û pirsgirêkên herî zêde rastî komîteyan tên kir.

Di civînê de rêzepêşniyar û plansazî ji bo derbaskirina her rewşek awaret di warê tendurstiyê de ku li bajêr rû dide hatin nîqaşkirin. Her wiha xebatên şaredariyê li gel barîna baranê bi giranî û çareserkirina pirsgirêkên awarte û lezgîn hatin nîqaşkirin.

Di dawiya civînê de gelek biryar girêdayî pêşxistina warê xizmetguzarî li tevahiya aliyan ve, peydakirina pêdiviyan ji bo ku rê li pêşiya belavbûna vîrûsa Korona bê girtin, hatin dayîn.

(şx)

ANHA