​​​​​​​MSD`ê banga berdana girtiyan û eşkerekirina çarenûsa kesên revandî û wenda kir

Ji bo bi cihanîna banga NY`yî û kêmkirina azarên gelên Sûriyê, MSD`ê bang li hemû aliyên Sûriyê kir ku girtî û kesên revandî berdin û çarenûsa kesên wenda eşkere bikin.

​​​​​​​MSD`ê banga berdana girtiyan û eşkerekirina çarenûsa kesên revandî û wenda kir
28 adar, 2020   12:14
NAVENA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi daxuyaniyekê banga pabendîbûna bi biryarên navdewletî yên taybet ji bo Sûriyê kir, di demekê de ku vîrûsa Koronayê belav dibe.

MSD`ê di destpêka daxuyaniya xwe de ev agahî bibîr xist: "Li gorî biryara navneteweyî (2254) ya taybet bi Sûriyê, divê girtiyên di girtîgehan de bên berdan. Tevî insyatîf û bangewaziyên herêmî û navdewletî ku herî dawî bangewaziya sekertêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî NY`yî Antonio Guterres û şandeya taybet ji bo Sûriyê Geir Pederson bû. Her wiha bi agahiyên der barê mercên girtinê yên xirab û yên rûmeta mirovan bin pê dikin re û bi perspektîfên Rêxisitna Tenduristiyê ya Cîhanê yên der barê xweparastina ji nexweşiyê veger nemze bi belavbûna Koronavîrusê re û pêkanîna dûrketina komî ku ne pêkane li girtîgehan bê pêkanîn. Lê belê biryara NY`yî nehat pêkanîn û hîna jî bi hezaran malbatên Sûriyê azarên vê yekê dikişînin."

BANGA BERDANA GIRTIYAN Û EŞKEREKIRINA ÇARENÛSA KESÊN WENDA Û REVANDÎ

Di daxuyaniyê de banga eşkerekirina çarenûsa girtiyan hat kirin û wiha hat gotin: "Wekî Meclisa Sûriya Demokratîk em dibînin ku berdana hemû girtiyan û kesên revandî û kesên wenda dê garantiya çareseriyên siyasî yên mayînde bike her wiha dê kina civakî kêm bike, parastina ewlehiya navxweyî bike û dê baweriya xelkê Sûriyê vegerîne.

Ji bo pêkanîna rêgezên qanûna navdewletî ya mafên mirovan, her wiha ji bo kêmkirina azarên gelê Sûriyê û pêkanîna xeyalên wan ên azadî, demokrasî û edaletê di dewleteke demokratîk û ne navendî de, ji hemû aliyên Sûriyê tê xwestin ku hemû girtî û kesên revandî berdin û çarenûnsa kesên wenda eşkere bikin. Her wiha tê xwestin ku cihên girtinê bên eşkerekirin."

DOZA GIRTIYAN DOZEKE MIROVÎ YE

MSD`ê di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe bi malbatên girtiyan anî ziman û wiha dewam kir: "Em dengê xwe tev li dengê malbatên girtî, revandî û wendayan re bilind dikin. Em bang li rêxistin û desteyên herêmî û navdewletî dikin ku bi lez bikevin tevgerê û li kêleka malbatên girtiyan bisekinin, daxwazên wan bicih bînin û ji bo vê yekê zextê li hemû aliyên şer bikin."

Meclisa Sûriya Demokratîk hewl dide ku doza girtî, kesên revandî û wenda bike dozeke mirovî ku li ser dan û standin neyê kirin û bi pêşketina doza çareseriya siyasî re neyê girêdan.

MSD`ê her wiha tekez kir ku ew amade ye tîmeke taybet ji bo eşkerekirina çarenûsa kesên wenda û revandî, ava bikin û wiha pê de çû: "Em amade ne ku hevkariyê bi aliyên Sûriyê yên sivîl û hiqûqî re bikin da ku tîmekê ji malbatên girtiyan û pisporên qanûnê û akîtîvîstên civaka sivîl ava bikin. Dê çawaniya karê tîmê û navên kesên tê de bi civîneke çapemeniyê bê eşkerekirin, da ku ev doz hewextî pêşketinên leşkerî û siyasî yên dawîn, her tim di ber cavan re bê girtin û girîngiya exlaqî , siyasî û mirovî jê re bê dayîn û careke din raxin pêş çavan."

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo eşkerekirina dozên girtiyan, wan rêzetedbîr girtine û dê di demeke nêz de eşkere bikin.

)cx)

ANHA