Mijarên rojnameyên erebî – 27 Adar

Îro rojnameyên erebî bal kişand ser rewşa Sûriyê, berjewendiyên dewleta Tirk li Iraqê û berbelavbûna Koronvîrusê (Covid-19).

Mijarên rojnameyên erebî – 27 Adar
27 adar, 2020   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro rojnameyên erebî bal kişand ser rewşa Sûriyê, berjewendiyên dewleta Tirk li Iraqê û berbelavbûna Koronvîrusê.

ŞERQ EL-EWSET: PÊNGAVA ÇÎN-RÛSYAYÊ JI BO RAKIRINA CEZAYÊN LI DIJÎ ŞAMÊ

Rojnameya erebî vê sibê behsa rewşa Sûriyê di gelek aliyan de kir, girîngtirîn mijar jî cezayên li dijî hikumeta Sûriyê ne. Di vê derbarê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsandn: "Çîn û Rûsyayê bi armanca rakirina cezayên rojava li gelek dewletan birîne, ji wan li dijî Sûriyê li NY`yê hemleyek bi rê ve bir û bi vê yekê her kes bi Koronavîrusê mijûl e.

Rûsya, Çîn û 6 dewletên din bang li sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres kir da ku li Sûriyê û deverên din agirbestê ragihînin û bi têkoşîna li dijî krîza vîrusê ve mijûl bibin, nûnerên dewletên îmze kirin ji wan Venezuela, Sûriyê, Koreya Bakur û Kuba yên ku Ewropa ceza li dijî wan birîne, bal kişand ser ku divê vîrusekî wiha ji bo siyasetê bi kar neynin.

Li hemberî vê yekê berpirsekî Ewropayê ji Şerq El-Ewset re anî ziman ku desthilateke cih bi cih karî ku vê nameyê li dewletên Ewropayê bi cih bîne, tune ye, ji ber cezayên Amerîkayê ji Wezareta Xezîneyê re hatiye ferzkirin û cezayên Ewropayê jî ji Meclisa Wezaretê ne.

Berpirs behsa daxwazên Ewropayê ji Rûsya û Çînê kir ku zextê li Şamê bikin da ku agirbestê ragihînin û rêya derbaskirina alîkariyan ji Idlibê re da ku xwe ji Koronavîrusê biparêzin, hêsan bikin, ji berdêla ku mijarê li NY`yê mezin bikin.”

EL-EREB: TIRKIYÊ LI IRAQÊ WÎLAYETA KERKÛKÊ XISTIYE LÎSTEYA BERJEWENDIYÊN XWE

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb ev nivîsand: "Dewleta Tirk di rewşên awarte de ji nişka ve û wekî heqê cîran li cîran heye û divê  alîkariya şêniyên parêzgeha Kerkûkê ya başûrê Iraqê bike, derdikeve holê, lê piraniya iraqî û şêniyên parêzgeha Kerkûkê vê yekê red dikin û parve dikin ku berjewendiyên Enqereyê li parêzgeha me heye ew jî petrol e."

Dewleta Tirk ragihand ku wan bi însiyatîfa balyozê nû yê li Bexdayê Fatih Yildiz, bi hezaran mask dane Gerînendetiya Tenduristiyê ya Kerkûkê ya Iraqê da ku piştgiriya Iraqê ji Koronavîrusê bikin. Diyar e erkdariya Fatih Yildiz li Iraqê di çarçoveya birêvebirina Enqereyê ber bi qonaxeke nû ve bi derengî pêk hatiye.

Çavdêrên kar û barên Iraqê texmîn dikin ku Kerkûk xwedan petrol e û ji ber vê yekê dewleta Tirk destwerdanê dike. Tê zanîn ku Kurd dixwazin parêzgeha Iraqê bi ser herêmê ve vekin lê hikumeta navendî ya Iraqê her dixwaze li derveyî herêmê bimîne.

EL-BEYAN: ARTÊŞA LÎBYAYÊ SÎNORÊ BI TUNISÊ RE SERWER KIR

Rojnameya El-Beyan behsa serwerkirina artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ji herêma bakur û başûrê sînorê Tunisê kir, di heman demê de hêzên xwe derbasî bajarên Cemîl, Reqdalîn, El-Ise, Zeltan, Bokemaş û heta bi deriyê Ras Cedîr ê sînor kir. Li gel vê yekê bajarê Zuwara ya turîzmê ji aliyê rojava, rojhilat û başûr ve jî dorpêç kir û bi armanca ku bi awayekî aştiyane derbas bibe bi berpirs û rûspiyên wê re dan û standin kir.

El-Beyan ji çavkaniyên rewşê dişopînin nas kir ku milîsên Zuwara yên ku bajar û deriyê Ras Cedîr serwer dikin, ji nuqteyên xwe yên li derî derketine, lê vexwendina rûpsiyan a danîna çekan û terka nuqteyên xwe yên li bajar red kir.”

ŞERQ EL-EWSET: VÎRUS LI EWROPAYÊ PÊKVE BERBELAV BÛYE

Têkildarî belavbûna Koronavîrusê rojnameya Şerq El-Ewset nivîsand ku Koronavîrus (Covid-19) seranserî Ewropayê daye ber xwe û bi hezaran bûne qurban li gel vê yekê aboriya Ewropayê jî tevizand.

Kesên li cîhanê bi Koronavîrusê ketine gihaştine 500 hezarî, kesên mirine jî 23 hezar e lê dîsa jî Îran, Îtalya û Spanyayê dewletên herî zêde bandora vîrusê li wan hatiye. Gerînendeyê nivîsgeha Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê duh parve kir tevî ku hîn jî rewş bi fikar e lê dîsa ew bi hêvî ne û got hejmara kesên li Îtalyayê bi vîrusê mirine zêdetirî 7 hezar û 500 e, ev jî îsbat dike ku kêm bûye.

Spaniya piştî Çînê di rêjeya duyemîn a dewletên ku zirar ji vîrusê kişandine û 4 hezar kes lê mirine, li gel vê yekê rêxistina tenduristiyê ragihand ku 365 kes di nava 24 saetan de mirine, di nava wan de jî kesekî 16 salî heye, lê Brîtanyayê jî ragihand ku 115 kes bi vîrusê mirine.

Êdî berê her kesî li DYA`yê ye ku 70 hezar kes bi vîrusê ketine ji wan zêdetirî hezarî mirine û New York jî bûye cihê belavbûna vîrusê.

(eh)