El-Mismarî rizgarkirina gelek herêman ragihand

Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî ragihand ku hêzên artêşê herêmên Esa, Cemîl, Qedalîn û Zelten ji bin serweriya hikumeta El-Wîfaq û çeteyên sûrî rizgar kirin.

El-Mismarî rizgarkirina gelek herêman ragihand
27 adar, 2020   09:16
QAHÎRE

El-Mîsmarî bi daxuyaniyekê got piştî ku “milîsên terorîst û sûcdar” ji herêman hatin derkirin ku hatine rizgarkirin îro azadî, ewlehî û aramî lê heye. Ev pêşketina meydanî piştî binketina êrişa milîsên El-Wîfaq û çeteyên biyanî li dijî baregeha Eqbe Bin Nafî ya asîmanî ya li herêma Wetiyê ya rojavayê welêt pêk hat.

El-Mismarî di daxuyaniyê de wiha îşaret pê kir: "Berdewama qaşo hikumeta El-Wîfaq û milîsên wê yên terorî ya binpêkirina agirbestê, redkirina wan a rawestandina şer û balkişandina ser kedên têkbirina Koronavîrusê li Lîbyayê ku bûye sedema kuştina bi hezaran ji mirovan li tevahî dewletên dîtir, hêzên çekdar ên Lîbyayê neçar dimînin ku li dijî milîsên terorîst ên bi piştevaniya endamên artêşa Tirk û çeteyên wê yên terorîst ên sûrî tevahî bergiriyên guncaw ên parastina gelê Lîbyayê û destkeftiyên wê pêk bîne."

El-Mismarî wiha lê zêde kir: "Ji ber wê qaşo hikumeta El-Wîfaq û milîsên wê der barê berdewama binpêkirina agirbestê û şer de agahdar dikin, dê yekser li hember hedefgirtina hêzên me li tevahî eniyan bin û heke agahdarî pêk neanîn, dê li hember kirinên xwe berpirsyar bin."

(fr)